Jinên Çernobîlê: Encama Çernobîlê li ber çavan e ev israr çi ye?

  • 09:02 26 Nîsan 2018
  • Ekolojî
STENBOL - Jinên Behrareş diyar kirin ku di ser Çernobîlê de 32 sal derbas bûye û hişyar kirin ku wê li Akkuyu û Sînopê jî karaset bên jiyîn û wiha gotin: “Encamên Çernobîlê li ber çavan e, ev israra ji bo Akkuyuyê çi ye? " 
 
Di 26’ê 1986’an de li bajarê Çernobîlê yê Ukraynayê karaseta nukleerê hat jiyîn û ev karaseta herî mezin a cîhanê tê zanîn. Di encama karasetê de li Rûsya, welatên Ewropa û Tirkiyeyê radyasyonek mezin belav bû û di wê navberê de 31 kesî jiyana xwe ji dest dabû û encamên wê pêvajoya dem dirêj, de gelek giran bûn. Li Behrareş bi hezaran kes ji ber pençeşêrê bi bandor bûn. Jinên Behrareş diyar kirin ku wan encamên Çernobîlê bi awayekî giran jiyane û diyar kirin ku ew santrala nukleerê ya li Akkuyuyê naxwazin. Rojnameger Fîlîz Gazî ku şahidiya wê demê kiriye diyar kir ku wê demê li Stenbolê bûye û wiha got: “Bavê min mamoste bû. Pakêt pakêt findik dianî mal. Hemû hilberînên piştî Çernobîlê bûn. Wê demê wezareta tenduristiyê got pirsgirêk tuneye û me çay vexwar. Bi salan şûnde me bandora vê yekê dît. Li Artvînê gelek xizmên me bi pençeşêrê ketin.” 
 
‘Dewlet hevkarê mirinan e’ 
 
Fîlîzê di berdewamiyê de daxuyakirin ku divê wan tu carî santralên nukleerê nîqaş nekiriba lê niha ew diaxivin û got: “Yekane tiştê ez bêjim pêvajoya nexweşiya pençeşêrê gelek giran e. Pir giran e. Dewletê hevkariya vê nexweşiya giran kir.” 
 
‘Em santralê naxwazin’
 
Endama Komeleya Jiyankirin û Lêkolîna Çanda Hemşînê (HADÎG) Ayla Vayîç jî ku yek ji şahida bandora Çernobîlê ye wiha got: “Mirinên zarokan, pençeşêr û tunebûna xwezayê. Em tu wateyê nadin santrala nukleerê ya Akkuyuyê. Encamên Çernobîlê li holê ne û ev israr ji bo çi ye.” 
 
‘Navê hevpar yê êşê Çernobîl’
 
Rojnameger Dîlek Dîndar jî yek ji kesên xizmên xwe ji pençeşêrê winda kiriye. Dîlekê wiha got: “Kazim, dê û bavê min... Ne tenê yên min ev 32 sale her kes vê yekê dijî. Niha ji bo nukleerê amadekarî tê kirin. Akkuyu û Sînop. Ez bang li her kesî dikim. Ji kerema xwe re carek din li xwarin, av, hewa û xwezaya xwe binêrin. Ev wê bibe karaseta nû ya Çernobîlê.”