Bi hatina biharê re girava Adirê wekî bihuştê xemilî

  • 09:01 20 Nîsan 2018
  • Ekolojî
Zeynep Durgut
 
WAN - Bi hatina demsala biharê re û şînbûna xwezayê re li Wanê berhemên dîrokî û xwezaya bêhempa derdikeve hole. Di her demsala havîn û biharê de navnîşana tûrîstan Girava Adirê ya di nav çar giravên Wanê yên serke de ye. Girava Adirê bi xwezaya xwe û berhemên xwe yên dîrokî her sal di demsala bihar û havînan de  eleqeyeke mezin dibîne û bi hezaran tûrîstan pêşwazî dike. 
 
Ji dîrokê û hetanî niha erdnîgariya Kurdîstanê xweşikbûna xwe ya bêhempayî û dewlemendiya xwe  her tim bala mirovan kişandiye ser xwe. Bi hatina demsala biharê re û şînbûna xwezayê re xweşikbûna berhemên dîrokî û xwezayî zelaltir derdikeve  holê û bajarê Wanê di demsala bihar û havînê de dibe navnîşana tûrîstan. Di gola Wanê de 4 giravên sereke hene. Grava Axtemar, Girava Balindeyan, Girava Çarpanaxê û Girava Adirê ye. Girava Adirê ya ku dikeve navbera başûrê Wanê û navçeya wê Erdîşê, girava Gola Wanê ya herî mezin e. Girava Adirê 40 km ji Wanê dûr e. Girava Adirê ji aliyê xwezayî ve di nav  giravan de ya  herî bedew û xweşik tê zanîn. Her wiha di nava gel de girav bi xwezaya xwe wekî bihûşta balindiyan jî tê zanîn. Ji bo balindeyên mîna filamîngo, qaqlîbaz û hwd. Tê gotin ku girava Adirê navê xwe ji bûyereke xwazayî girtiye. Tê gotin ku grav ji pijqandina agir  çêbû ye û ji ber vê yekê navê adir li gravê hatiye kirin.  Di Girava Adirê de berhemên olî yên ku aîdê ermenîyane hîna hebûna xwe diparêzin. 
 
Di girava Adirê de Menastira Lîmê
 
Di giravê de Menestira Lîmê di sedsala 11’emîn de ji aliyê Zekeryayê yêkemîn ve hatiye çêkirin. Her wiha li tenişta manestirê jî di sala 1305’an de Dêra Ezîz Georges, Şapeliya Ezîz Sîon Birca Zingilê, Dibistana Papa û hicereyên keşe hatine avakirin. Ev berhemên dîrokî heta sala 1918’an de bi awayeke rêk û pêk hatine bikaranîn û hatine parastin. Tê zanîn ku Menastira Adirê xwedî cihê perwerdehî hînkirin zanistî û pirtûkên destnîvîsan bû. Her çiqas manestira di giravê de hebûna xwe hata roja me ya îro anîbe  jî di manestirê de gelek berhem û nivîsên zanistî jî aliyê defînevanan ve hatine wêrankirin û  talankirin.  
 
Di Girava Adirê de Dêra Kaxizmanê jî bi  planeke xaçiya azad hatiye nijinandin. Ji bo ku mirov her çar aliyên dêrê berçav bike bi wî awayî dêr hatiye avakirin. 
 
Li hemberî zirarên mirovan xweparastina ‘Qaqlîbazan’
 
Turîstên ku girava Adirê ziyaret dikin herî zêde bi xweşikbûna qaqlîbazan re rû bi rû dimînin. Qaqlîbazên Adirê li ser golê û li ser daran xweşîkbûneke cûda didin giravê. Her wiha ji aliyê mirovên herêmê ve tê gotin ku qaqlîbaz ji bo xweparastinê her tim amade ne û kesên ku wan aciz bike bi xweparastina qaqlîbazan re rû bi rû dimînin. Li giravê li ser her darekê hêlîn û hêkên qaqlîbazan jî bala tûrîstên xwecihî dikişîne. 
 
'Em dixwazin turîst zêdetir bên'
 
Tûrîsta xwecihî ya bi navê Miyaser Felek der barê taybetmendiya girava Adirê de axivi.  Miyaserê anî ziman ku di demsala bihar û havînan de  ew herî zêde dixwaze girava  Adirê ziyaret bike û wiha axivi;”Di nav giravên Gola Wanê de girava herî bedew girava Adirê ye. Ez her hatina demsala biharê girava Adirê ziyaret dikim. Ji bo ku xwezaya wê pir balkêş û xweş e.  Ez hertim dixwazim werim. Ji ber ku xweza û berhemên wê yên dîrokî hîna zindî ne. Gelek turîst ji bo ku girava Adirê bibînin ji derveyî welat hetan vira tên. Gelê heremê jî ji bo ku bên geştê gravê hildibijêrin. Bi rastî divê em xwedî li xwezaya xwe û erdnîgariya xwe derbikevîn. Li vê giravê jî hemû berhemên dîrokî ji aliyê defînevanan ve hatine wêrankirin. Ev tişt mirov xemgîn dike. Berhemên dîrokî ji bo parastinê hene, ne ji bo wêrankirin ê. Em dixwazîn ku tûrîst zêdetir bên heremê û berhemên xweşik ên vê erednîgariyê bibînin.”