‘Sewalên qada jiyana wan tê xespkirin wek alav jî tên firotin’

  • 09:04 15 Nîsan 2018
  • Ekolojî
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Aktivîsta mafê sewalan Kerîman Sariturk diyar kir ku segan dikin ‘alav’ û dikirin û piştre jî li kolanan bê xwedî dihêlin û got zirara ji bo xwezayê tê dayîn jî girêdayî polîtîkaya dewletê ye.
 
Jinên endamên Weqfa Alîkariya Civakî, Tenduristî û Perwerdeyê ya Hawirdorê (ÇESAV) bal dikşînin ser pirsgirêka segên kolanan. Endama ÇESAV’ê Kerîman Sariturk destnîşan kir ku li bajarên ku her diçin mezin dibin qadên jiyana sewalan tê xespkirin û ji bo hewesa mirovan a demek kurt ajal wekî alav tên bikaranîn. 
 
‘Li cîhanê tenê mafê jiyanê yê mirovan tuneye’
 
Kerîmanê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku kesên ji bo betlanê tên Çeşmeyê ji bo demekê segan dikirin û piştre jî diavêjin kolanê û got: "Ev segên li kolanê xwarinê nabînin û ji aliyê segên din ve jî rastî şîdetê tên. Em kolan bi kolan mamayan belav dikin lê têr nake. Stargeha şaredariya Çeşmeyê heye lê baş lê mêze nakin. Em hedef dikin ku van kesan bikin xwedî hişmendî. Bi qasî ku mafê me yê jiyanê heye yê sewalan jî heye."
 
‘Hewcedariya sewalan jî bi qadên şîn heye’
 
Kerîmanê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser zirara ku mirov didin xwezayê û got hewcedariya segan jî bi qasî zarokan bi qadên şîn heye û got: “Bajarvaniyê bandor li wan jî kir. Mirovahî bi awayekî xof ber bi betonbûnê ve diçe.”