Asefeyê dixwaze çemê ku kulîlkên wê jehrî dike bê paqijkirin

  • 09:13 13 Nîsan 2018
  • Ekolojî
Gulîstan Azak 
 
MELETÎ - Asefe Kuruça ya temenê wê yê 100 salî di nav axê de derbas bûye, niha li baxçeyê mala xwe kulîlkan diçîne. Asefe bang li ciwanan dike ku ji xwezayê qut nebin û got pirsgirêka herî mezin ev e ku li ber mala wê ava kanalîzasyonê derbas dibe.
 
Asefe Kuruça ya 100 salî ye heta niha tu car dest ji xwezayê nekiriye û niha li baxçeyê mala xwe kulîlk û şitlan diçîne. Asefe ya ku kulîlkên wê eleqeyek mezin dibîne, beşek baxçeyê xwe veguhert seraya şitlan. Asefe da zanîn ku pirsgirêka herî mezin ev e ku ava kanalîzasyonê li ber mala wan derbas dibe û got şaredarî ji sala 2014’an de dibêje wê paqij bikin lê nakin. 
 
Şaredarî bi tenduristiya me dilîze 
 
Asefeyê di berdewamiyê de anî ziman ku çem ji navçeyê derbas dibe û baxçeyên sebze û fêkiyan av dide û got: “Lê ji ber bîhna laximê em nikarin di mala xwe de bimînin. Şaredarî bi tenduristiya me dilîze. Ev şaredartiyek çawa ye gelo?”
 
Em xwedî li xwezaya xwe derkevin 
 
Asefeyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku gîhandina şitl û firotina wan yekane çavkaniya debara wan e û got ew ji karê xwe gelek kêfxweş e û bi saya xwezayê hîna xwe xurt hîs dike. Asefeyê diyar kir ku ew ji darên xwe hêzê digire û bang li hemû kesî kirin ku xwedî li xwezaya xwe derkevin.