6 sal piştî erdhêjê: Sozên dewleta civakî li ku ne?

  • 09:12 22 Sibat 2018
  • Ekolojî
WAN - Li Wanê 6 sal berê du erdhêjên mezin pêk hatin û welatiyên di erdhêjê de xaniyên wan hilweşiyan hîna di konteyniran de dijîn. Yên li TOKÎ’yan hatin bicihkirin jî hîna bi deyn dijîn.  Jinan diyar ki ku dewletê wê demê gelek soz dane  û çareseriyek mayînde xwestin.
 
Di 23’ê cotmehata 2011’an de li Erdîşa Wanê bi meznahiya 7.2 erdhêjek pêk hat û piştî vê jî di 9’ê Mijdarê de li Wanê bi meznahiya 5.6 erdhêj pêk hat.  Bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dabûn. Tevî 6 sal di ser erdhêjê re derbas bûye jî şopa erhêjê hîna tê dîtin û ji bo hewcedariyên gel jî çareserî nehatiye dîtin.  Li TOKÎ’yên ku AFAD’ê çêkiriye pirsgirêk naqedin. Her wiha hîna welatiyên di konteyniran de dijîn hene.
Welatiyên li ‘Bajarê Konteynirê ya Anadolu’ dimînin hîna li TOKÎ’yan xanî ji bo wan nehatiye dayîn.  Jin li dijî şert û mercên giran yên zivistanê, bi branda û paçên kevn hewl didin hewaya cemidî nekeve hundir. Jin bi çareseriyên ne mayînde hewl didin bijîn û herî kêm di her konteynirê de 4 kes dijîn.
 
‘Dewlet li şûna çareseriyê me derdixe’
 
Soyleme Canata ya 36 salî ya bi malbata xwe ya 5 kesî r li konteynirê dimîne, li wir kurê xwe tîne dinê.  Soyleme bi lêv kir ku dema zarok aniye dinê av û ceyran hatiye birîn û walî talîmata ‘vala bikin’ daye û got: “Li gorî rayedaran em ji bo av û ceyrana bê pere li vir diman.  Belê em nikarin pereyê av û ceyranê bidin.  Lê peywira dewleta civakî ev e ku divê pirsgirêkên me çeareser bike. Ez ji hevjînê xwe re  karekî dixwazim.Em dixwazin li malekê bijîn. Xaniyekî em têde germ bibin tune.  Ewlehiya konteyniran jî tune.”
 
Hasret Duran ya 50 salî daxuyakirin ku ji ber nekarin xwe germ dikin her tim di bin betaniyan de ne û got TOKÎ ji kesên bi torpîl re derketiye û got: “Ji xwe derketiba jî pereyê em bidinê tune.”
Gulten Turgut ya 60 salî jî ji ber kurê wê di girtîgehê de ye bi neviyê xwe re li konteynirê dijî û bi lêv kir ku ew bi piştgiriya cîranan dijî û çareseriyê dixwaze.”