Li Serhedê giyayê bijûndar û bi tam cihê xwe li ser dezgehan girt

  • 09:05 16 Sibat 2018
  • Ekolojî
 
 
Zeynep Durgut
 
WAN - Giyayên ku di demsala biharê de hatin amadekirin piştî ku bû zivistan li ser dezgehên bazaran cihê xwe girtin.
 
Li Serhedê piştî ku bihar tê û şûnve gelê wê ji bo ku zivistanê xwarinên cûr bi cûr ji wan çêbikin, giyayên serhedê yên bijûndar kom dikin û ji bo zivistanê amade dikin. Giyayê ku bihara çûyî hatiye amadekirin vê zivistanê jî cihê xwe ji ser dezgehên bazara li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê girt.
 
Di demasala biharê de amadekariya zivistanê
 
Demsala zivistanê herî zêde li herêma Serhedê zehmet derbas dibe. Gelê Serhedê bi afirinerên xwe yên cûr bi cûr di warê xwarinên ku ji giyayan amade dikin ên herî xweş de bi pêş ketiye. Li herêmê herî zêde di demsala zivistanê de xwarinên xweş tên amadekirin. Pincarê  ku di demsala bihar û havînê de tên komkirin piştî ku tên komkirin tên kelandin û ji bo demsala zivistanê tên amadekirin. Jin û mêr bi hev re pincar kom dikin û carna jî ji bo ku debara xwe bikin, diçin ji  çiyayên herî bilind giyayên herî bi tam û xweş kom dikin. Her wiha li herêmê herî zêde giyayên siyabo, bûk, bîzar û mendê ji bo zivistanê tên komkirin. 
 
Giyayê bijûndar xwarinên bi tam... 
 
Mîna kevneşopiyek aîdî herêmê wekî her sal îsal jî giyayan li ser dezgehan cihê xwe girt. Ji ber ku peydakirina van giyayan kedek pir mezin dixwaze pir buha jî tê firotin. Ev giyayê ku tê komkirin û ji bo zivistanê tê amadekirin hem ji bo tendûrîstiya mirov gelek baş e û hem jî gelek bi ekle. Giyayê bi navê siyabo, mendê  li çiyayên herî bilind tên komkirin û tê kelandin û ji bo zivistanê tê hilanîn. Herwiha li gel vî giyayê bi ekil û bijûndar goşt jî zêde tê bikaranîn û di nav her xwarinekê de goşt jî heye.
 
Destxaneyên Serhedê...
 
Li serhedê giyayê ku bi kedeke mezin ji aliyê gelê herêmê ve û bi taybetî jî ji aliyê jinan ve tê komkirin, kedeke mezin dixwaze. Ji ber vê jî parastina wî girîng e. Piştî ku giya ji bo zivistanê hat amadekirin li cihên taybet ên wekî destxane ku wekî sarineceke xwezayî ne tê parastin.