Hewsel û Çemê Dîcleyê tê tunekirin: Armanc bênasnamebûn e

  • 09:04 19 Çile 2018
  • Ekolojî
Şehrîban Aslan
 
AMED - Endama Platfroma Parastina Hewselê  Fevziye Sumer destnîşan kir ku  Baxçeyên Hewselê û Çemê Dîcle hêdî hêdî tê tunekirin û got bi projeyên hilweşînê re ya tê xwestin bê kirin ‘ji xizanan bigirin bide dewlemenda’ ne. Fevziyeyê diyar kir ku hedefa esas jî ev e ku polîtîkayên bênasnamebûnê pêk bînin.
 
Baxçeyên Hewselê 7 hezar sal in heye û di lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê de ye. Lê bi KHK’ê wek ‘qada projeya taybet’ hat îlankirin. Bi mehane darê li baxçe tê birîn û rê tên çêkirin.  Baxçeyên Hewselê û Çemê Dîcleyê ji ber van pêkanînan li ber tunebûnê ye. 180 cureyên çûkan û gelek cureyên nebatan jî ji vê texrîbatê nisîbê xwe girt. Ji aliyê Platforma Parastina Hewselê bi armanca balê bikişînin ser hilweşîn û talanê  her hefte bi kesên dildar an jî STK’yan re meş pêk tên. Fevziye Sumer ku di platformê de cih digire  diyar kir ku derbarê hilweşînê de wê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin.
 
‘Zindî tên tunekirin’
 
Fevziyeyê bi lêv kir ku ji ber xebatên li ser çemê Dîcleyê tên kirin zindî roj bi roj tune dibin û peymanên ku Tirkiyeyê îmze avêtinê bi destê dewletê pêşkêşî sermayê tê kirin û  wiha got: “Bi taybet kafe û restorant ji xwe re cih vedikin. Herî dawî di çarçoveya projeya DSÎ de du deriyên pira 10 derî hatin tijekirin.”
 
‘Civîn bi feraseta xizmeta ji sermayeyê re tê kirin’
 
Fevziyeyê anî ziman ku di bin bana Walitiyê de di çarçoveya bernameya paqijkirina Çemê Dîcle û Baxçeyên Hewselê de civînek hatiye kirin û got encama civînê ne li ser esasa xweza û mirovan bû. 
 
Divê bêdeng nemînin
 
Fevziyeyê destnîşan kir ku tê xwestin Çemê Dîcleyê û Hewsel jî wek Sûrê bê talankirin û divê di serî de UNESCO û STK bêdeng nemînin û got: “Baxçeyên Hewselê û Çemê Dîcle hêdî hêdî tê tunekirin û got bi projeyên hilweşînê re ya tê xwestin bê kirin ‘ji xizanan bigirin bide dewlemenda’ ne. Hedefa esas jî ev e ku polîtîkayên bênasnamebûnê pêk bînin.”