'Çêkirina HES’an qirkirina xwezayê ye'

  • 09:09 6 Çile 2018
  • Ekolojî
Zeynep Turgut
 
ERDEXAN - Li her deverên Tirkiyeyê çêkirina bendav û Santralên Hîdro Elektrîk(HES) hatine destpêkirin. Li 3 navçeyên Erdexanê jî xebatên HES’an hatine destpêkirin şûnde, çem û rûbar her ku diçin zuha dibin. Xwendekarên zanîngehê bertek nîşanî çêkirina HES’an dan û gotin ku divê ji bo jiyanek xweş divê tu kes  destûr nede qetilkirina xwezayê. 
 
Li Kurdîstanê her roj hikûmet bi çêkirina bendav û Santralên Hîdro Elektrîk(HES) hevsengiya  xwezayê xera dike û xweza di bin navê bendavan de tê qetilkirin. Li Rojhilita Navîn Kurdîstan bi erdnîgarî û xwezaya xwe ya xweşik balê dikşîne. Ji aliyê hikûmetê ve Heskêf a ku bi xweşikbûna xwe ya dîrokî dihat zanîn û nasîn  bi dînamîtan hatibû teqandin û di bin bendavê de tê hiştin. Piştî Heskêfê li rojavayê Tirkiyeyê û heta Kurdîstanê li gelek bajaran xebatên bendav û Santralên Hîdro Elektrîk(HES) hatine destpêkirin. Li navçeyên Erdexanê  Posof, Hanak û Çildirê xebatên HES'an hatine destpêkirin. Li navçeyên bajêr xebatên bendavan hatine destpêkirin şûnde roj bi roj herikandina avê kêm dibe. Xwendekarên zanîngehê bertek nîşanî çêkirina HES’an dan û gotin ku çêkirina HES’an qetilkirina xwezayê ye. 
 
‘Ji ber çêkirina HES'an her ku diçe av kêm dibe’
 
Xwendekara bi navê Rojda Gûl diyar kir ku xweza bi erêkirina desthilatdaran tê qetilkirin û got ku divê tu kes li hemberî çêkirina bendavan bêdeng nemîne û wiha axivi;”Ger ku bixwazin ceyranê hilbirînin, dikarin vê ji rê û rêbazên xwezayî jî hilberînin. Bi qetilkirina xwezayê re qetilkirina mirovahiyê tê erêkirin. Tu kes divê ji projeyên  bendavan sûdê negire. Ev yek hilbirîna xwezayê asteng dike. Ez ev 4 sal in li vir im. Li gel çêkirina HES’an qirkirina ajalan dest pê kir. Ez ji Xelfetiya Rihayê me. Li Xelfetî jî çêkirina bendavan hatiye destpêkirin şûnde dîroka mirovahiyê û xweza hatiye wendakirin. Gerdûn bêyî xwezayê difetise. Em li hemberî çêkirina HES’an e. Pêwîst e em xwedî li  xwezayê derbikevîn. Divê em destûr nedin ku xweza bê qetilkirin.”
 
‘Hevsengiya xwezayê li gel çêkirina HES’an diguher e’
 
Xwendekara bi navê Feyza Nur Demîr jî bi lêv kir ku hedefgirtina xwezayê armanckirina kuştina mirovahiyê ye û wiha berdewam kir;”Di warê erdnîgariyê de Erdexan xwedî xwezayeke bêhempa ye. Dîsa erdnîgariya Erdexanê best e. Ji bo ku beste, bi çêkirina HES’an dê lehî pêk bên. Jiyana mirovan û ajalan di xeterê de ye. Çerxa xwezayê li gel çêkirina HES’an diguhere. Mînaka Hopayê heye. Ji ber ku ji bo kesên ku HES’an çêdikin jiyana mirovan ewqas girîng nîne. Xebatên çêkirina bendavan li her navend û navçeyan hatine destpêkirin.”
 
‘HES zirarê  didin gerdûnê ’
 
Feyzayê di dawîya axiftina xwe anî ziman ku pêwîst e herkes li hemberî HES’an bisekîne û wiha dawî li axafitina xwe anî; ”Ger ku herkes derdora xwe mêze bike, dê herkes baş bizane ku tu wateya HES’an tune ye. Bêgûman divê ceyran bê hilbirînin lê dikarin bêyî zirar bi saya tavê jî vê pêk bînin. Me di bûyerên Gezîyê de baş dît ku  ji bo desthilatdaran xweza  girîng nîne. Em li hemberî HES û bendavan bisekînîn û bi tu awayî qebûl nakin. HES zirarê  didin gerdûnê em pêşiya HES’an bigirin."