‘Cerdevan darên dibirin pêşkêşî dewletê dikin’

  • 09:14 5 Çile 2018
  • Ekolojî
ŞIRNEX - Li herêma di navbera Balveren û Qilqabanê de ya 10 kîlometreyan ji Şirnexê dûr e, bi hinceta ‘ewlehiyê’ ev çend meh e bi sedan dar lê hatin birîn. Tevî bertekên gel qirkirina daran didome û welatiyan derbarê birîna daran de wiha got: “Cerdevan hem dibirin û hem jî dest didin ser. Hem jî pêşkêşî dewletê dikin.”
 
Li Kurdistanê di seranserên mehên havînê de di bin navê ‘operasyonên leşkerî’ de li Dêrsîm, Amed û Mêrdînê bi hezaran hektar qadên daristanê hatin şewitandin. Li Kurdistana ku dijminahiya li dijî xwezayê her diçe zêde dibe, niha jî bi hinceta ewlehiyê dar tên birîn. Li Şirnexa ku di sala dawî de ji ber pevçûnên dijwar ên tên jiyîn bi mehan bi hinceta ‘ewlehiyê’ dar tên birîn. Li herêma ji bajaroka Balvegeran a heta Qilabanê dirêj dibe ya 10 kîlometre ji navenda Şirnexê dûr e, bi sedan dar hatin birîn. Hat hînbûn ku erdên aydên kesan jî bêyî destûra wan, darên wan hatine birîn û desteserkirin.
 
‘Cerdevan daran pêşkêşî dewletê dikin’
 
Darên ji aliyê leşker û cerdevanan ve hatine desteserkirin li gel rê tên sekinandin û tevî bertekan qirkirina daran didomînin. Welatiyan diyar kir ku darên hatine birîn êdî nayê çandin û wiha gotin: “Bi mehan e ev birîn didome. Bi hezaran dar hatin birîn. Gundî çiqas jî bêjin bisekinin, nasekinin. Cerdevan hem dibirin, hem desteser dikin û hem jî pêşkêşî dewletê dikin. Lê xwedê dizane ev dar wê êdî çend salên din şûnde bên. Gelek zirara wê ji bo herêmê heye. Bi hinceta ewlehî û operasyonan dibirin. Lê çi zirara van daran ji kê re heye?”