Kanên kevir hem xweza û hem zindiyan tehdî dikin

  • 09:03 2 Çile 2018
  • Ekolojî
Medîne Mamedoglu
 
MÊRDÎN - Kanên kevir yên li Mêrdînê her ku diçin zêde dibin, jiyana zindiyan û xwezayê dike bin tehdîdê.
 
Kanên keviran yên roj bi roj hejmara wan zê de dibin zirarek mezin didin xwezayê. Bi taybet li Kurdistanê li ser çemê Firat û Dîcleyê gelek kanên xîzê hatine çêkirin û yek ji van bajaran yên kan lê hatine çêkirin Mêrdîne. Li hemû navçeyên bajar kanên hatine çêkirin jiyana zindiyan dikin bin rîskê.
 
Li Şemrex, Nisêbîn, Mîdyad, Qoser û Stewrê kan hene û li gorî Qanûna Madenê piştî pêvajoya wê tije bibe divê şitl bên çandin lê ti fabrîka vê nayne cih.
 
Kanek keviran ya li ser rêya Şemrex- Amedê bi salene tê xebitandin. Çiya parçe dikin û bi dehan daran dibirin. Kan hîna jî tê xebitandin.
 
Rîska hezazê gelek mezin e
 
Kana herî meizn û fabrîka li Qoserê ne û li navçeyê di bin sedema qirêjiya hewayê ya mezin. Kana ku ji karasetên xwezayî re zemînê ava dike, rîska mezin ya hezazê jî zêde dike. Li Nisêbînê jî li kontarên Çiyayê Bagokê kana keviran heye û her sal ji ber vê bi sedan dar hişk dibin. 
 
Ekolojîst Fezvîye Sumer der barê hejmara kanên kevir de axivî û Qanûna Hejmar 3213 bi bîr xist û diyar kir ku li gorî xala qanûnê ji qadên kesk beriya maden bê derxistin divê rapora ÇED’ê bê girtin û wiha got: “Kanên keviran bandorek mezin li ser jiyana mirovan û xwzayê dikin. zirarek mezin didin zindiyan û xwezayê.”
 
Fevzîye di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku divê ev texrîbat demildest bi dawî bibe û got ew dizwazin hiqûq pêk bê.