Qeyûmê Dêrsîmê ji smolekan re jî qada jiyanê nehişt

  • 09:18 21 Kanûn 2017
  • Ekolojî
 
DÊRSÎM- Ji ber projeya qeyûm kiriye jiyanê perava Munzurê ji smolek û welatiyan re hatiye girtin û di çarçoveya projeyê de gelek dar hatin birîn.
 
Tuncay Sonel ê wek qeyûm tayînê şaredariya DBP’ê ya Dêrsîmê hat kirin di bin navê projeya Konsepta Qada Kesk a Perava Avê de îmze avêt projeyekê. Qeyûm di çarçoveya vê projeyê de destûr da qirkirina daran. Di mehên havînê de di bin navê operasyonên siyasî de  dar hatin şewitandin. Yên man jî dîsa bûn hedefa qeyûm. Ji ber projeya li Perava Çemê Munzurê xistin dewrê ne tenê dar, smolek jî bê war û av man.
 
Bi vê pêkanîna ku qeyûm amade kiriye, tê xwestin ku Pira Mamekî û Pira Mavî jî tê de bi harfiyatê bê tijekirin. Divê proje di bin kontrola Midûriyeta Daristanê de be. Daxuyaniya ji aliyê Midûriyetê hatiye dayîn jî ‘Ev kar ji me derketiye’ bû.