Li dijî HES’ê sê nifş di heman têkoşînê de ne: Ji bo zarokên me yên nehatine cîhanê…

  • 09:10 20 Kanûn 2017
  • Ekolojî
Evrîm Kepenek
 
STENBOL - Şîrketa ku ji bo li ser Çemê Çekerek HES’ê çêbike ket nav tevgerê, hîna pêvajoya darazê temam nebûbû dest bi înşatê kir. Bahar Tekîn  a bi zaroka wê ya hîna nehatiye dinê û dayika xwe Meralê re li dijî HES’ê têdikoşe got: “ Zaroka min a hîna nehatiye dinê hîs dike ku wê li welatekî çawa bê cîhanê.”
 
Parêzvana mafê jiyanê Bahar Tekîn ku li dijî HES’a ji aliyê şîrketa Reîs ve li ser çemê Çekerek a girêdayî Tokatê tê çêkirin, têdikoşe, bi dayika xwe Meral û zaroka wê ya hîna nehatiye cîhanê re di çalakiyan de cihê xwe digire.
 
Ji bo zarokên nehatine cîhanê...
 
Baharê daxuyakirin ku ew ji bo zarokên nehatine cîhanê têdikoşe. Bahar a  32 salî destnîşan kir ku ew bi malbatî di têkoşînê de cih digirin û wiha got: “ Em hemû bi hev re diçin çalakiyan. Zaroka hîna nehatiye cîhanê di çalakiya de fêm dike ku wê li welatekî çawa bê dinê. Ger av biherike hêvî heye. Ez ji bo çemê Çerekê dest ji têkoşînê bernadim. Em ne tenê ji bo mirovan ji bo hemû zindiyên xwezayê têdikoşin. Em di alî qanûnî de mafên protestoyî bikar tînin û em dixwazin maşîneyên kar ji wir derkevin.”
 
‘Em hemû malbat bi hev re têdikoşin’
 
Dayika Bajarê Meryem Tekîn jî bi lêv kir ku çem ji bo wan tê wateya bereketê û wiha got: “ Dema çemê me hebe, hilberînên me ne, fêkî û sebzeyên me hene. Kesên li ser van axan nejîn, wateya vir jî fêm nakin. Binêrin em hemû malbat li dijî HES’ê têdikoşin. 
Ew çem ê me ye. Em nadin kesî.”
 
Jina bi navê Şehrîban Aslan a 67 salî jî hem li Tokat û hem jî li Stenbolê tevlî çalakiyan dibe.  Şehrîbanê bi lêv kir ku ew rastî mudaxaleya gaza îsotê hatine û bertek nîşanî komên sermayayê dan.