Jinên Loçê: Me li ber xwe da, em bi ser ketin û em ê dîsa bi ser kevin

  • 09:09 19 Kanûn 2017
  • Ekolojî
Evrîm Kepenek
 
STENBOL - Jinên Loçê bertek nîşanî şîrketa Orya Enerjî ya dixwze li Geliyê Loçê ym Cîdeya Kastamoniyê HES’ê çêbike dan û diyar kirin ku ew desturê nadin komkujiya hawirdroê û gotin: “Em bi berxwedanê bi ser ketin û em ê dîsa bi ser kevin.”
 
 Geliyê Loçê yê bi xweşikahiya xwe ya xwezayê tê zanîn girêdayê Cîde ya Kastamoniyê ye û ji nû ve di hedefa rantê de ye. Gelê ku li dijî Orya Enerjiyê  têkoşîna hiqûqî dan, bi ser ketin û niha dîsa li heman şîrketê ku dixwaze li heman cîhî HES’ê çêbike, roja pêncşemê wê li ber Wezara Bajarvanî û Derdorê çalakiyê pêk bînin.  Denîz Şahîn ya berê bi dehan caran Orya Enerjî protesto kiriye wiha got: “Me berê jî 28 rojan li dijî şîrketê li ber xwe da. Me negot baran, negot roj, me çalakî pêk anî. Em ê dîsa protesto bikin û Geliyê Loçê xilas bikin. Em li alî çem û jiyana azadin.
 
'Em tên tehdîdkirin'
 
Ji Platforma Parastina Geliyê Loçê, Melek Keçîn jî bertek nîşanî çêkirina HES’ê da û got rayedarên şîrketên wek berê niha jî wan tehdîd dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dixwazin em ji herêmê biçin.  Lê me li dijî şîrketê li ber xwe da û em bi ser ketin. Em tenê diwazin hiqûq pêk bê. Çima rêyên hiqûqê tên girtin.”
 
Banga piştgiriyê
 
Emîne Tunç jî wiha got: “Em bi ser ketibûn. Lê şîrket dîsa ket nav tevgerê. Em ê desturê nedin vê. Em ê wan ji geliyê xwe derxinin. Em banga piştgiriyê dikin.”