Li Farqînê qadên jiyanê tên tunekirin

  • 13:09 13 Kanûn 2017
  • Ekolojî
AMED - Li kuçeya Tekelê ya navçeya Farqînê darên li Baxçeyê Ziraatê ku di warê dîrokê de xwedî nirxin tên jêkirin.
 
Li Baxçeyê Ziraatê yê Kuçeya Tekelê ya Farqînê nêzî deh rojane ku ji aliyê kes an jî kesên nasnameya wan nediyar ve gelek dar hatin jêkirin. Baxçeyê Ziraatê di warê dîrokê de cihekî xwedî nirx e. Welatiyan diyar kirin ku ji bo koka darên hatiye jêkirin bên veşartin kesên ku dar jêkirine ax avêtine ser û her wiha di 20'ê Îlona 2013'an de li qada daristanê ya nêzî YÎBO'yê jî gelek dar hatine jêkirin. Her wiha welatiyan anîn ziman ku kesên ku dar jêkirine koza agir bera ser koka daran dane û bi vî awayê qirkirina xwezayê pêk anîne. 
 
Her derê Farqînê bûye beton, tenê Baxçeyê Ziraatê wekî şênkayî maye lê ew jî roj bi roj ber bi tunebûnê ve diçe. Ji ber ku rayeder li dijî qirkirina darên li Farqînê bêdeng in, ev helwest di mejiyên welatiyan de wekî pirsnîşanekê bi cih dibe.