Çîlem: Tunekirina zebze û ajalan tunekirina mirovahiyê ye

  • 09:26 13 Kanûn 2017
  • Ekolojî
Rojda Aydin
 
AMED- Aktîvîsta Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê û Endama Platforma Parastina Hewaselê Çîlem Aydin derbarê biryara ku ji bo  Gêliyê Dîcleyê û Baxçeyên Hewselê hatiye dayîn de axavî. Çîlemê got ku divê kesek li dijî vê tunekirinê bêdeng nemîne û ji tunekirinê re bibêjin 'Na' û anî ziman ku wê ew jî xebatên xwe di bin navê 'Dest nede Hewselê' de bidomînin.
 
Dorpêç û qedexeya li Sûrê  ku ev du sale hat destpêkirin berdewam dike, li gel vê  hilweşîna li gelek taxan ku hat destpêkirin jî hîn  berdewam dike. Desthilatdariya piştî biryara cemawerikirina lezgîn a ji bo Sûrê girt, ji bo Gêliyê Dîcleyê û Baxçeyên Hewselê jî biryarek bi vî rengî girt û Baxçeyên Hewselê û Gêliyê Dîcleyê wek ‘Qada Projeya Taybet’ hatin îlan kirin. Platforma Parastina Hewaselê li dijî tunekirina Gêliyê Dîcleyê û Baxçeyên Hewselê wê hefteyê carekê çalakiya gerê pêk bîne. Aktîvîsta Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê û Endama Platforma Parastina Hewaselê Çîlem Aydin got ku divê kesek li dijî vê tunekirinê bêdeng nemîne û ji vê tunekirinê re bibêjin ‘NA’. Çîlemê diyar kir ku ew ê jî di bin navê ‘Dest nede  Hewselê’ de xebatên xwe bimeşînin.
 
Çîlemê got ku demeke dirêje pergala kapîtalîzmê li ser Gêliyê Dîcleyê û Baxçeyên Hewselê plan çêkiriye û ji van planan yek jî ew e ku dixwazin Baxçeyên Hewselê tune bikin û wiha got: “Em wek Platforma Parastina Hewselê rê nedin ku qadên bêtonan çêbikin. Ji ber vê jî em ê li dijî vê tunekirinê di çalakiyan de bin. Ji van çalakiyan yek jî em ê li Baxçeyên Hewselê her hefteyê carekê gerekê li dar bixin. Sedema vê gera me ji bo Hewsel tune nebe û qadên bêton  neyên avakirin e. Ji ber vê jî di derve de bi gelek rêxistinên sîvîl ên civakî û mirovên takekesî re piştevaniya hevdikin û bi hev re xebatan dimeşînin. Dema vê xebatê de me vê ferq kir; gelek kes Hewselê nas nakin û di nav Hewselê re qet derbas nebûne. Ji ber vê jî me xwest ku pêşî mirov li vir binêrin, ji ber çi em dibêjin bila ev der neyê tunekirin.”
 
'Hewsel siberoja me ye'
 
Çîlem di berdewama axaftina xwe de got piştî li Hewselê ger tê kirin hemû kes matmayî dimîne û dibêjin ku nizanibûne li Amedê cihekî wiha heye û wiha pêl da axaftina xwe: “Piştî van gotinên zêydetir xwedî li Hewselê dertên. Ev jî ji bo me gelekî girîng bû. Ji ber vê jî em ê tim vê çalakiya xwe ya gerê berdewam bikin. Ji ber ku Hewsel ne bitenê ji bo  me, her wiha ji bo zarok û neviyên me jî girîng e. Hewsel siberoja me ye. Dema em gera Hewselê dikin di derheqê vê derê û giringiya vê derê de jî em diaxivin. Li vir bi sedan cureyên giya û gelek ajal hene. Ger ku li vir avahiyên bêton bên çêkirin ne bitenê qada jiyanê ya mirovan her wiha ajal û cureyên giyayanên li vê derê jî wê  bên tune kirin.”
 
'Ji tunekirinê re bibêjin ‘NA’ ’
 
Çîlem di dirêjiya axaftina xwe de anî ziman ku zebzeyê li Amedê tê peydakirin hemû li Hewselê tê çandin û wiha pê de çû: “Ger ku  vir bê tunekirin qadên çandiniyê jî wê bên tune kirin. Gelê Amedê sebzeyê ku ji vir hildiberîne wê mecbûr bimîne ku ji edeneyê bikire. Ji ber vê jî di serî de divê gel li dijî vê derbikeve. Di planên wan de tunekirineke bi giştî heye. Lewra jî divê hemû gel li dijî vê tunekirina bi giştî deng derxin û bibêjin ‘NA’ û em ê jî di bin navê ‘Dest nede  Hewselê’ de têkoşîna xwe bidomînin. Her wiha ev xebatên me wê tim berdewam bikin. Projeyên ku li ser Hewselê hatine çêkirin bi dawî bibin jî wê xebatên me  berdewam bikin.”
 
‘Hewsel ji bo Amedê bêhn û oksîjen e’
 
Çîlem di dawiya axaftina xwe de got kesên li Amedê dijîn divê xwedî li Hewselê derkevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hewsel ji bo Amedê bêhn û oksîjen e. Em ne bitenê ji xwe re her wiha divê em ji zindiyên ku li vir dijîn re jî rêzdar bin. Tunekirina zebze û ajalan, tunekirina mirovahiyê ye.”