Gelo di hedefa Waliyê Çewlîkê de dar hene?

  • 09:26 4 Kanûn 2017
  • Ekolojî
ÇEWLÎK - Qada daristana li Yenî Mahaleyê bêyî ku tiştek bê gotin tê tunekirin. Ji şêniyên taxê Zeynep Sonmez diyar kir ku gelek dar hatine birîn û îdia kir ku Waliyê bajêr li dijî vê qirkirina ekolojîk bêdeng e.
 
Li Yenî Mahale ya Çewlîkê qada daristanê bêyî ku daxuyaniyek fermî bê dayîn tê texrîbkirin. Şêniyên taxê ji birîna daran Waliyê Çewlîkê Alî Manti berpirs dibînin. Şêniyên taxê dest nîşan kir ku karkerên çûne daran bibirin gotine ‘me ji walî destûr girtiye’. Şêniyên taxê bi lêv kirin ku dixwazin bajêr bê dar bihêlin.
 
Ji şêniyên taxê Zeynep Sonmez anî ziman ku ew di pêvajoyeke ku texrîbata ekolojîk zêde tê jiyîn de derbas dibin û wiha pê de çû: “ Ne pêkan e ku agahiya Walî bi vê bûyerê tune be. Derbarê mijarê de jî daxuyaniyek nehat dayîn. Gelo ‘walî birîna daran ji raya giştî vedişêre’. Ger venaşêre çima pêşî li vê nagire. Bi hatina zivistanê re daran dibirin. Ev ne tesaduf e. Ev qad bi giştî cihên pevçûn lê tên jiyînê ne. Sedema vê jî wisa baştir tê fêmkirin.”