Ji kaşil heta belgê wê şifa ye

  • 09:06 3 Kanûn 2017
  • Ekolojî
Hîkmet Tunç
 
WAN- Dara Çinarê ya li kontarên Keleha Wanê cih digire ji kaşilê wê bigire heta belgê wê şifayê belav dike.  Têkiliya di navbera jinan û darê de çêbûye jî têkiliya jin û xwezayê derdixe holê.
 
Dareke temen mezin ya Çinarê bi hemû xweşkahiya  xwe me pêşwaz dike.  Dar li ber turbeya Abdurrahman Gazî cih digire.  Ji turbeyê wêdetir  dar eleqeya turîstên biyanî û herêmî dikişîne.  Belgên wê li her derê belav bûne. 
 
Jin di baweriya ku piranî dar pîroz in de ne.  Jinên darê ziyaret dikin, kaşilê ji derdora wê digirin û diyar dikin ku ev kaşil bi kêrî gelek neweşiyan tên.  Tê gotin ku kaşilê wê ji bo nerehetiyên regl û bawîbûnê gelek baş e. Her wiha belgên wê jî ji bo dermankirina şewatê jî gelek başe.
 
Li gorî ku tê gotin ev dara li kontarê keleha Wanê, jinek  ku ducanî bûye û nikaribûye rewşa xwe ji malbata xwe re bibêje temsîl dike.