Sewalê pîroz yê Dêrsîmê dimre: gelo jehr e an şewb e?

  • 09:10 2 Kanûn 2017
  • Ekolojî
DÊRSÎM - Li Pilemûr a Dêrsîmê 8 pezkovî miribûn û encamên tehlîlê nexweşiya ‘şewbê’ nîşan dabû. Lê bi sewalan re di alî fîzyolojîk de tu nîşaneya şewbê tuneye. Hinek pispor diyar dikin ku dibe ku sewal hatibin jehrkirin. Ji encumenên Platforma Ozgur Aksinê Pakîze Aydin diyar kir ku divê heyetek serbixwe lêkolînê bike.
 
Di 20'ê Cotmehê de li nêzî Kayadîbî ya Pilemûrê ji aliyê Parêzvanên Hewirdorê ve ligel rê bizina nexweş a mirî dîtin û piştre Midûriyeta Giştî ya Parqên Netewî û Parastina Xwezayê mînak şandin Zanîngeha Firatê û encamên wê hatin. Li gor encama patolojiyê  tê gotin ku pezkovî ji ber şewbê mirine. Li gorî pisporan jî nîşaneyên şewbê yên wekî  nebînî, herikîne dev û poz, birînên dev tuneye. Pisporan da zanîn ku encamên tehlîlê qels in û pispor li ser jehrkirina sewalan disekin
 
Nokteya li ser rêya Pilemûr Erzînganê ku Şewaxî sewalên xwe lê diçêrinin, di heman demê de cihê derbasbûna sewalên bejî ne. Li gorî pisporan îhtîmala ku nexweşî ji sewalên Şewaxiyan derbas bibe gelek kêm e. Ji ber sewalên wan aşî kirine. 
 
Cihên ku sewal lê hatine dîtin piranî  wek herêmên ewlehiya taybet hatine îlankirinê ne. Hawirdorparêz ji nexweşiyê rayedaran berpirs dibînin. 
 
Ji encumenên Platforma Ozgur Aksinê Pakîze Aydinê diyar kir ku ev raporê derketine qels in û got divê heyetek serbixwe ya ji ekolojîstan pêk tê lêkolînê bike û divê mînakên 8 sewalan li laboratuvanên serbixwe bên lêkolînkirin.