Komira bê pere zirarê dide hewa û tenduristiya gel

  • 09:08 1 Kanûn 2017
  • Ekolojî
WAN - Komira bê pere li gel tê belavkirin, ji aliyekî hewayê qirêj dike, ji aliyê din jî tenduristiya gel dike xetereyê.
 
Li herêma Serhedê bi hatina mehên zivistanê re barîna berfê bandorek neyînî li ser jiyana gel kir û welatî ji bo germahiyê soba komirê bikar tînin. Komira ku dibe sedema qirêjiya hewayê jî rê li ber jehrîkirinan jî vedike. Li Wanê sobe hatin danîn û komir tê bikaranîn. Di rojên borî de li navçeya Tuşbayê ji malbatekê 2 jê zarok 8 kes ji ber gaza karbonmonoksît ya komirê jehrî bûn û rakirin nexweşxanê. Komira ku dewlet bê pere belav dike jehrê belav dike û ewlehiya canê gel jî dike xetereyê.
 
Dumana komirê nexweşiyê belav dike
 
Li Wanê hema hema li her malê di saetên zû yên sibehê de sobe tê pêxistin û heta derengiya şevê jî didome. Dumana jehrî ya li ser bajar çêdibe jî bala mirovan dikişîne. Dumana li hewa belav dibe jî rê li ber nexweşiyan vedike. Welatiyên ji ber rewşa aborî komira ku dewletê dide bikar tînin, diyar dikin ku komir di bin kontrolê de nayên derbaskirin û rê li ber jehrîbûnan vedike.
 
Welatiyan da xuyakirin ku ji ber bêhna giran a komirê nikarin pacê xwe vekin û daxwaz dikin ku çareseriyek bê dîtin.
 
Rayedar bêdeng in
 
Her sal ji ber komirê bi sedan kes jehrî dibin û gelek kes jî jiyana xwe ji dest didin. Li aliyê din jî hewa qirêj dibe. Her çiqas ekolojîst li dijî bikaranîna komirê bin jî li Tirkiyeyê di kanên komirê de bi sedhezaran karker dixebitin. Herî dawî li Şirnexê di meha cotmehê de 7 karkeran jiyana xwe ji dest dabûn.
 
Rayedar li dijî bûyerên tên jiyîn bê deng dimînin û komira jehrî li gel belav dike.