Guherîna avhewayê: Elameta qiyametê ye

  • 09:08 30 Mijdar 2017
  • Ekolojî
Zulal Koçer
 
STENBOL - Aktîvîsta avhewayê Elîf Cansu Îlhan diyar kir ku guherîna avhewayê wek ‘guherîna şert û mercên avhewayê yên ji nişkave’ tê fêm kirin û got ev şaş e. Elîfê got guherîna avhewayê ‘Elameta qiyametê ye’.
 
Di 5’emîn Rapora Nirxandinê ya Panela Guherîna Avhewayê ya Navbera Hikûmetan (IPCC) de îfadeyên wekê ‘Li bajaran xeteriya der barên guherîna avhewayê de zêde dibe û ev xeterî bandorek mezin li ser mirovan û aboriya herêmî û neteweyî û ekosîstemê dike’. Aktîvîsta Avhewayê Elîf Cansu Îlhan diyar kir ku di demên dawî de  zêdebûna lehiyê, barana ku havînê dibare, guherîna avhewayê bi xwe re tîne.
 
‘Ne mumkune bê înkarkirin’
 
Elîfê da zanîn ku daneyên ku guherîna avahewayî nîşanî me didin hene û wiha pêde çû: “Germahiyeke navîn a cîhanê heye. Ev li gorî beriya dema endustiriyê îro nêzî di rêjeya 1.1 de zêde bûye. Ev jî tê wateya guherîna avhewayê. Şîrketên sotemeniya fosîlê jî êdî vê qebûl dikin.  Van şîrketan gelek berê ev rewş ferq kirine. Lê şîrketan ev veşartiye.”
 
‘Tirkiye dixwaze 80 santralên termîk yên komirî çêbike’
 
Elîfê daxuyakirin ku yek ji sedemên herî girîng ya guherîna avhewayê sotemeniyên fosîlin û got: “Ji bo pêşî li guherîna avhewayê bê girtin divê sotemeniya fosîl neyê derxistin û bikaranîna wê jî bê bidawîkirin. Ev jî ji aliyê şîrketan ve nayê qebûlkirin.  germahiya global jî zêde bûye.  Tev jî karasetên cuda bixwe re tîne. Tirkiye tevî vê tabloyê dixwaze 80 santralên termîk yên komirê çêbike.”
 
Borsaya karbonê
 
Elîfê daxuyakirin ku di peymana Parîsê de ji aliyê welatan ve hat îfadekirin ku piştgiriya  butçeya karbonê tê dayîn û heta 2018’an rêjeya karbonê diyar kirine.  Elîfê got di îfadeya niyetê ya Tirkiyeyê de jî zêdebûna emîsyonê tê nîşandan.
 
Elîfê got: “Di zîrveya Avhewayê de  ji bo welatên herî zêde piştgiriyê didin germahiya global xeleta ‘fosîla rojê’ tê dayîn û got Tirkiye jî hema hema her sal vê xelatê dgiire.
 
‘Avhewa diguhere, Tirkiye berbi avhewaya behrareş diçe’
 
Elîfê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Guherîna avhewayê ji aliyê mirovan ve wek guherîna ji nişkave a şert û mercên hewayê tê dîtin. Lê guherîna avhewayê qiyameteke ku hêdî hêdî diqeteye. Tiştên tên jiyîn vê tabloyê nîşan dide. Avhewa diguhere û Tirkiye berbi avhewaya behrareş ve diçe.”