Li vî gundî kuştina maran qedexe ye

  • 09:14 22 Mijdar 2017
  • Ekolojî

Zeynep Turgut

COLEMÊRG - Li navçeya Geverê ya Colemêrgê li gundê qadiyan dayika Hacer Sevîm hevaltiyê bi maran re dike û  bi afirinerî û dilovaniya xwe destûr nade li gund mar bên kuştin. Dayika Sevîm biçe kîjan malê ger mar hebe hîs dike û bi dirûkê mar ji kunê derdixîne û bi vî awayî ji mirinê rizgar dike. 

Ji dîrokê heya niha mirov her tim ji maran tirsiyane û tu caran bi maran re hevaltî nekirine û têkilî dananî ne. Di efsaneyan de jî xiyaneta mirovan a bi Şahmaran re hatiye kirin tê vegotin û di efsaneye de tê  gotin ku ji wê demê şûnde maran li hemberî mirovan baweriya xwe wendakirinê û serokê maran Şahmeran xiyaneta mirvon ji  maran re vegotiye û mar birêxistin kirîne. Her wiha tê gotin ku mar ji wê demê şûnde bûne dijminê mirovan. Her çiqas di efsaneyan de wisa derbas bibe jî  hogiriya mirovan û maran hîna berdewam dike.  Li navçeya Geverê ya Colemêrgê li gundê qadiyan(kadiköy) dayika bi navê Hacer Sevîm li gund wekî  ‘Hevala maran’ tê nasîn. Herkes gava ku mar dibîne yan dikuje yan jî pir zêde ditirse. Lê dayîka Hacer li gund bi her marekî re  hevaltiyê dike û ji marên nexweş re jî şîfayê tîne. Li kîjan malê mar hebe dayika Hacer hîs dike û destûrê nade ku xwediyê malê mar bikuje û bi dilovaniya xwe mar ji konê derdixîne. 
 
‘Ez bi dua û dilovaniya xwe mar ji kûnê derdixînim’
 
Dayika Hacer diyar kir ku ew ji zarokatiya xwe de ji maran gelek hez dike û got ku mar  hem şifaye hem jî perçeyek ji xwezayê ye û wiha axivi;”Ez ji temenê xwe yê biçûk û heya niha ji maran gelek hez dikim. Mar jî perçeyeke xwezayê ye. Me bi dijminahiya bi xwezayê  û ajalan mezin dikin. Lê hezkirin nayê hînkirin. Di jiyana xwe de mirov ji çi tirsiyan e min ji wî tiştî hez kir. . Divê mirov her tim hezkirinê biceribîne. Li gundê me jî berê mar pir zêde dihatin kuştin. Lê afrîneriyeke min heye. Mar gava ku dengê min dibihîzin tên dengê min. Gava ku mirov bi dilovanî nêzî wan dibe ew jî bi dilovanî nêz dibi. Dirûka min a ji bo maran a taybet heye, gava ez wê dirûkê (dua) dikim mar ji kuna xwe derdikevin û tên derdora min disekînin. Mar di TIP’ê de jî şifa ye. Mirov dikare ji hebûna wan sûd bigire. Lê mixabin em bi qetilkirina wan mijûl în.”
 
‘Mar zêdetir baweriyê bi dilovaniya jinan tînin’
 
Hacerê anî ziman ku dibe mirov bi xwezayê re her tim têkiliyê dayne û wiha dirêjî da axiftina xwe;”Ez naxwazim tu ajal bên kuştin. Bi kuştina ajalan re xweza jî wenda tê texrîbkirin. Ji ber vê yekê jî divê em xwezaya xwe biparêzîn. Ji ber ku ez ji maran hez dikim û bi wan re hevaltiyê dikim, li vî gundî  gelek kes ji min ditirsin. Lê dîsa jî ez guhdarî li wan nakim. Gava ku ez diçim malekê ger ku mar lê hebe ez hîs dikim. Pişt re ez bang li marê heyî dikim û ji kunê derdixînim. Li geverê di demsala havînê de gava ku mar derdikevin her gundek bangî min dike û ez diçim wan gundan. Mar zêdetir baweriyê bi dilovaniya jinan tînin. Ji ber wê yekê jî tên dengê jinan.”