Ji qanûna tûrik talana xwezayê derket: Jiyana xwezayî di bin xetereyê de ye

  • 09:10 20 Mijdar 2017
  • Ekolojî
Evrîm Kepenek
 
STENBOL - Qanûna Turik a ji 130 xalî pêk tê û hevdîtinên wê di Komîsyona Butçe û Plana Meclîsê de berdewam dike, gelek guherînan pêk tîne û parêzvanên jiyanê jî bi bertek in. Parêzer Dîren Cevahîr Şenê diyar kir ku  xalên di qanûnê de ne li gor daxwazên gel, li gor daxwazên şîrketan pêk tên û got heger xal bên erêkirin, wê qadên mêrgê yên gundiyan tune bibe.
 
Pêşnûme Qanûna ji 130 xalî pêk tê û ji aliyê AKP’ê ve pêşkêşî meclîsê hatiye kirin, di Komîsyona Butçe û Plana Meclîsê de tê nîqaş kirin. Lê bi taybet  xalên 54, 55, 56, 57, 58. û xala 61’emîn ya Qanûna Mêrgan rastî bertekan tên.
 
Parêzer Dîren Cevahîr Şen ku zirara ku xal dide xwezayê û gel ji nêz ve dişopîne, diyar kir ku ne tenê mirov, jiyana xwezayî jî di bin xetereyê de ye û got ger ev xal bên erêkirin wê mêrgên ku gundî pê debara xwe dikin jî tune bibin.
 
Dîrenê di berdewamiyê de bi lêv kir ku li gor sererastkirina nû, ji bo kesên karê madenê dike wê 10 salan mafê lêgerîna madenê bê dayîn û got ev jî rapora ÇED’ê ji holê radike.
 
‘Li dij peymana ne’
 
Dîrenê anî ziman ku ev maden ne li gor daxwazên gel li gor şîrketan tên amadekirin û desthilatdarî jî wek dijminê xwezayê bi nav kir. Dîrenê wiha berdewam kir: “ Ev madde li dij peymanên navneteweyî ne.”