Polîtîkayên qeyûm bandor li ser sewalên kolanê jî kir

  • 09:22 19 Mijdar 2017
  • Ekolojî
Dîlan Babat
 
WAN-Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku bi xesasiyetên ekolojîk jiyan hunand, ji bo sewalên kolanê mexdur nebin ‘odeyên xwedîbûnê’ lê piştî ku qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin ev ode veguherîn sergo.
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di 2015’an de li bajar li 55 cihan ji bo sewalên kolanê odeyên xwedîkirinê ava kir. Serokatiya Daîreya Tenduristiyê ya Şaredariyê bi ‘Projeya Odayên xwedîbûnê’ sewal xistin bin parastinê.  Lê piştî qeyûm hat wek her qadê qada jiyanê li sewalên kolanê jî hat tengkirin.
 
Sewalên kiribûn binparastinê li taxên cuda, navend û parkan hewcedariyên wan yên xwarin û avê dihat dayîn.  Şaredariyê bi wesayîtê xwarin dibirin wan odakan û pêşî lê digir ku sewal zivistanê nemirin. Gel jî xwedî li projeyê derketibû û jiyanek bi tendurist dihat meşandin.
 
Terkî qedera xwe hatin kirin
 
Piştî qeyûm hat tayînkirin bi qasî welatiyan qada jiyanê li  sewalan jî hat tengkirin.  Odeyên xwedîbûnê niha bûne wek sergo.