Hem ji êşan re dermanin hem jî xweşikbûna navçeyê ne

  • 09:03 13 Mijdar 2017
  • Ekolojî
Zeynep Turgut
 
WAN - Li navçeya Elbaxê traverten û germava  li navçeyê hem bi xweşikbûn û hem jî bi şîfeya ku belav dikin cihên ku herî zêde tên ziyaretkirin in. Travertenên ku herî zêde di zivistanê de tên ziyaretkirin, tê gotin ku ava wan ji bo êşa dil û bawîbûnê (romatîzma) derman e. Her wiha germava ku di demsala zivistanê de jî bi taybetmendiya ku germahiya xwe diparêze tê nasîn jî ji bo hemû nexweşiyan dermanê sereke ye. 
 
Li gundê kelekomê ku girêdayî navçeya Elbaxa Wanê ye  ava bi şîfa bi salan e ji aliyê gele gund ve tê bikaranîn. Ji dema Selçûkiyan û heya niha ava ku ji keviran dihere û di demsala havîn û zivistanê de germahiya xwe diparêze ji hemû êşan re derman e. Her sal ava ku şifayê belav dike ji aliyê welatiyan ve elqeyeke mezin dibîne. Ava ku ji keviran diherike li cihê mîna hewzan  û li deştê kom dibe. 
 
Xweşûştina bi ava germavê tendirustiya mirov diparêze
 
Germava ku her sal rastî elqeyeke meizn a gel tê  her  sal bi hezaran tûrîst jî tên herêmê ji bo ku vê germavê ziyaret bikin.  Tê zanîn ku ev ava bişîfa ji bo hemû nexweşiyan derman e. Tê gotin ku kesên xwe li vê germavê dişon bi salan ji êşan tên parastin. 
 
Traverten di demsala zivistanê de zêdetir tên zîyaretkirin
 
Herçend ku dema bahsa Travertenan bê kirin tenê Pamukkale bê bîra mirov jî li Travertenên li gundê Skranîsse(Dereîçî) yê girêdayî navçeya Elbaxê ya Wanê jî bi xweşkbûn û bi şîfaya ku belav dikin navdar in.  Her  wiha tê gotin ku traventenên li gundê Skranîsse ne jî ji bo êşa dil, çav û bawîbûnê dermanê sereke ne û ji ber vê taybetmendiya wan  her sal bi hezaran tûrîst tên serdana wan. Travertenên ku di demsala biharê de xweşkahiyeke cuda didin xwezayê di demsala sivistanê de dema ku di cemidin zêdetir tên belavkirin.