Selika Beserê tije fêkiyên organîk e

  • 09:06 12 Mijdar 2017
  • Ekolojî
Melike Aydın 
 
DÊRSIM - Beser Albayrak bê îlaca çandinê fêkiyên organîk mezin dike û li şûna ku bifiroşe marketê di sepeta xwe de difiroşe.  
 
Beser Albayraka ku li navçeya Nazimiyeyê ya Dêrsimê dijî, fêkiyên ku tîne navenda bajêr, bi keda xwe difiroşe. Lê ev fêkîna ne fêkiyên ji rêzê ne! Beserê bê gubre fêkiyên xwe mezin dike. 
 
Beserê wiha behsa fêkiyên xwe dike:"Firingiyên ku li marketê bi 4 TL'yan tê firotin ez bi 3 û nîv TL'yan difiroşim. Ji ber fêkiyên ku ez difiroşim organîk gel hem fêkiyên erzan hem jî yên organîk dixwin. Bi vî awayî keda min jî belasebe naçe."
 
 'Min ji jinan gelek piştgirî girt'
 
Ji bo Beserê armanca hilberandina fêkiyan ne ji bo aboriyê ye. Fêkiyên xwe berê ji bo zivistanê ji xwe re vediqetîne dawiyê bi derdora xwe re parve dike. Yên ku dimîne jî dixe selika xwe û li navenda bajêr difiroşe.   
 
Beserê mezinkirina fêkiyên xwe jî wiha rave dike:"Li gund ez, hevserê xwe û hemû gundî em bi hev re erdê xwe diçînin û av didin. Em jin û mêr bi hev re dixebitin. Lê dîsa jî gerek jin piştgiriyê bidin hev. Min li navenda Dêrsimê piştgiriya hevalên jin gelek dît. Li vir em bi piştgiriya bi hev re li ser piyan in."