Bi dermanên xwezayî jinan derman dike

  • 09:10 9 Mijdar 2017
  • Ekolojî

Zeynep Turgut

WAN-Li navçeya Elbaxê dayika Şerîfe bi salane ji giyayên ku li Kurdîstanê şîn dibin derman çêdike û nexweşiyan bi dermanên xwe yên xwezayî derman dike. Şerîfeyê diyar kir ku sedema peydabûna nexweşiyan bikarneanîna giyayên Kurdîstanê ye û got ku her giyayek dermanek e.
 
Ji dîrokê heya niha li Kurdîstanê jin ji rehikên giya derman çêdikin û bi vî awayî tendûristiya xwe diparêzin. Jinên kurd hîna ev taybetmendiya xwe wenda nekirine û mîna kevneşopiyekê li hemû qadên jiyanê didin berdewamkirin.  Li navçeya Elbaxê dayika bi navê Şerîfe  Mete  ev 20 sale ji riheka derman çê dike û jinên ku li taxê dijîn Şerîfeyê wekî doktor dibînin û bi dermanên Şerîfeyê şifayê dibînin. 
 
‘Ne bikaranîna giyayên Kurdîstanê nexweşiyan zêdetir dike’
 
Şerîfeyê diyar kir ku dermanên  herî dewlemend li çiyayên Kurdîstanê şîn tên û wiha axivi;”Ji berê û heta niha jinên kurd her tim bi rihekên giya ku li zozanan û çiyayan şîn bûne, tendûrîstiya xwe parastine. Di xwezaya jinan de afirandin heye. Her giyayekî çiyê derman e. Lê mixabin niha her roj êşên cûr bi cûr zêdetir dibûne û di Tip'ê de jî bi tu awayî dermanên van êşan nayê dîtin. Tip  a niha ji xwezayê dûr e.  Dermanên kimyasal zêde tên bikaranîn. Ev jî nexweşiyan zêdetir dike. Ji demên berê û heya niha dayikên me her tim dermanên ji giya hilberandine bi me re parve kirîne. Ez jî ev 20 sal e ji giyayên çiya derman çêdikim  û dikim nav her xwarin û vexwarinê. Her rihekek û giyayek ji bo nexweşiyekê derman e. Ez ev 20 sal e naçim nexweşxaneyê ez bi xwe dermankirina xwe dikim û tendûrîstiya min jî pir baş e.”
 
‘Jinên ku dûcanî nebin ez bi dermanên xwe wan derman dikim’
 
Şerîfeyê da zanîn ku ew jinên ku ducanî nabin jî bi dermanên xwe wan derman dike û got ku hemû jinên li taxê jî bi dermanên xwe derman dikim  û wiha berdewam kir;”Ez di demsala havînê de dest bi komkirina giya dikim. Piştre jî ji her gulekê û rihekê kom dikim û wan hişk dikim. Gava ku ev derman hişk bûn, ez dikim nav xwarin û vexwarinê. Di taxê de gava ku nexweşiyek çêdibe tên cem min ez bi dermanên xwe wan derman dikim. Di nav cûreyên gûlan de dermanê herî bi hêz  ji gula  bawijan tê çêkirin. Gûla bawijan ji bo nexweşiya şekir, tansiyon û sererastkirina reglê pir baş e. Li Tirkiyeyê hîna giyayên Kurdîstanê nehatine bikaranîn. Lê her giyayek Kurdîstanê derman e.  Sedêma zêdebûna nexweşiyan ne bikaranîna dermanên xwezayî ye. Di cîhanê de em xwedî erdnigariyeke dewlemd în. Lê mixabin em ji vê erdnîgariyê sûdê nagirîn. 
 
‘Her giyayek dermanê nexweşiyekê ye’
 
Şerîfeyê herî dawî bal kişand ser dermanên ku ji her nexweşiyekî re dibin derman û wiha pê de çû;”Fasûlyeya reş heye ev ji bo nexweşiya kezebê pir baş e. Giyayê qar heye ev giya tenê li çiyayê Kurdîstanê şîn dibe û ji bo nexweşiya bawesîrê pir baş e û dermanê vê nexweşiyê ye. Hevîzana zirav heye ev jî ji bo kezeba reş pir baş e. Ez ji bo nexweşiya çavan j giya hûr dikim û dikim nav dermanê çavan ev jî nexweşiyê sivik dike û mirov hem zelaltir dibîne hem jî çav ji nexweşiyên beyanî diparêze. Her giyayek dermanê nexweşiyekê ye.”