Li Kuçuk Armutluyê rojeva hilweşînê: Berxwedan ji nû ve gur dibe

  • 09:02 7 Mijdar 2017
  • Ekolojî

Evrîm Kepenek

STENBOL - Di çarçoveya bernameya ku ji aliyê Wezareta Bajarvanî û Derdorê ve hatiye amadekirin de li taxa Kuçuk Armutlu ya Sariyerê dê 3 hezar û 948 avahî bên hilweşandin. Gelê ku bi salan e li dijî hilweşînê berxwe dide  jî got: “Em ê bibin yek lê em avahiyên xwe nadin hilweşandin. Li van deran bîranîn û miriyên me hene. Dê nikaribin me ji vir bişînin.”
 
Li taxa Kuçuk Armutlu ya Sariyer a Stenbolê  tevlî polîtîkayên zextê yên dewletê û polîtîkayên ji rêdûrxistinê hîna jiyana kolektîf didome.
 
Taxa ku piranî kesên ji bajarên Sêwas, Tokat û Dêrsîmê piştî darbeya 1980’ê koç kirine ji welatiyên Elewî pêk tên û bi tehdîda hilweşînê re rû bi rû ne. Di pêvajoyên berê de dewlet bi kepçeyan çûbû taxê lê bi berxwedanek mezin re rû bi rû mabû. Di çarçoveya bernameya ku ji aliyê Wezareta Bajarvanî û Derdorê ve hatiye amadekirin de li taxa Kuçuk Armutlu ya Sariyerê dê 3 hezar û 948 avahî bên hilweşandin.  
 
Biryara hilweşînê parçeyek êrîşê ye
 
Rojnameger Gulşen Îşlerî jî diyar dike ku sedema hilweşînê hem rast û hem jî polîtîk e. Gulşen destnîşan dike ku li vê herêmê mirov di bin şert û mercên zehmet de dijîn û got ew texmîn nake ku kes ji vir derkeve.
 
‘Em ji vir naçin’
 
Menekşe Taşdemîr û Hulya Aslan… her du jî ev 30 sal in li herêmê dijîn û cîranê hev in. Her du jinan diyar kirin ku wan ev xanî bi neynûkên xwe çêkirine û got ew ji vir naçin û tiştekî qebûl nakin.
 
‘Em ê bibin yek’
 
Jina bi navê Yeter Guneş jî wiha got: “Me biryara hilweşînê bihîst lê tu daxuyanî ji bo me nehat kirin. Nezelalî pirsgirêka herî mezin e. Ger em bibin yek em ê mala xwe nedin xerakirin. Me ev der bi kedek mezin çêkir. Li vir bîranîn û miriyên me hene. Wê nikaribin me ji vir bişînin. Em desturê nadin.”