Bi fîlmên xwe ji pirsa ‘jiyanek din pêkane’ re li bersivê digere

  • 09:06 5 Mijdar 2017
  • Ekolojî
Evrîm Kepenek
 
ÇANAKKALE-Nesîme Karatek ya ku di kafeyê de xebitî û bi vî pereyî fîlmê bi navê ‘Başka’ kişand gelek xelat girt û  bi kameraya xwe ya berê wê daye bajar, ji bo jiyaneke xwezayî û ekolojîk ji pirsa ‘jiyanek din pêkane’ re li bersivê digere.
 
Nesîme Karatek ku xwendekara Beşa Sînema TV ya Zanîngeha Mersînê ye, bi fîlmê xwe yê ‘Başka’  eleqeyek mezin dibîne.  Fîlmê ku tecrubeyên jiyanê yên alterantîf ên mirovan di nav xwe de  dihewîne, di Festîvala Belgefîlmên Ekolojiyê ya Bozcaadayê di nav fÎlmên herî zêde tê temaşekirin de cih girt.
 
Pêvajoya belgefîlmê bi qasî fîlm balê dikişîne. Ji ber Nesîme ji bo jiyanên pergala kapîtalîst red bike, bike fîlm, bi pereyekî kêm di kafeyan de xebitî û fîlm kişand.  Nesîmeyê da zanîn ku ew tevî her tiştî naxwaze  şert û mercên aborî pêşî li çêkirina fîlman bigire.
 
Nesîme berê xwe dide Alakirê
 
Nesîme jî wek her kesî gelek di bin bandora êrîşa bombeyî ya di 2015’an de li Pirsûs û Amedê pêk hatiye, maye. Piştî teqînê pirsa ‘jiyanek din pêkane’ ji xwe dipirse û berê xwe dide Alakirê.
 
Nesîmeyê destnîşan kir ku ji bo hêviyan ji nû ve di dilê xwe de şîn bike ketiye rê û di du mehan de kişandina fîlman temam dike û ji bo avakirina wê jî xebatek sê mehan dimeşîne. Nesîmeyê her wiha got ‘di xwezayê de jiyanek aştiyane pêkane. Tenê bila em bixwazin bes e.’