Çiyayê Kirklarê veguherî sergo!

  • 09:20 19 Cotmeh 2017
  • Ekolojî

AMED - Li Çiyayê Kirklarê ku ewil wek ‘qada projeya taybet’ hat îlankirin û piştre xebatên înşatê hatin destpêkirin,  xebata asta ewil li ber qedandinê ye.  Li Çiyayê Kirklarê ku di bin navê projeya ‘dar çandinê de’  mizgeft û rêyên meşê tên çêkirin,  qadên ji derveyê înşatê dimînin, veguherîn  kavil û sergo.

Piştî Baxçeyên Hewselê û Çemê Dîcle wek ‘qada projeya taybet’ hat îlankirin şûnde li Çiyayê Kirklarê di bin navê ‘xebata peyzajê’ de xebat hat destpêkirin, li ber qedandinê ye.  Di 28’ê Qanûna 2016’an de bi plana hat sekinandin re li Baxçeyên Hewselê 31,85 hektar cih wek ‘malê dewletê’ hat îlankirin.  Piştî îlankirina projeyê şûnde li Çiyayê Kirklarê komkujiyê dest pê kir. Li şûna daran mizgeft hatin çêkirin, rêya meşê û qadên sporê hatin çêkirin. Ji gelek meh şûnde ji ber van xebatan gelek qad veguherî sergo.
 
Piştî îlankirina biryara di meha Qanûnê de şûnde li quntarê Çiyayê Kirklarê îhaleya çandina daran û peyzajê  di 4’ê Çileyê 2017’an de bi 27 mîlyon lîrayî dan şîrketa A.Ş. ya Erkonut a Şaredariya Erziromê ya AKP’ê. 
 
‘Ne daristan e, baxçe ye’
 
Di çarçoveya projeyê de  31 hektar ji bo tesîsên civakî û mizgeftê hat veqetandin. Baxçeyê Hewselê bi vê projeyê re bi  tunebûnê re rû bi rû ma. Di çarçoveya xebatê de heta îro bi sedan dar hatin birîn. Rayedarên wezaretê  bi gotina ‘ne daristane’ ‘baxçeye’ parastina xwe kir.