Ji bo parêzvanên mafê jiyanê yên hatine tehdîdkirin banga lezgîn

  • 09:14 15 Cotmeh 2017
  • Ekolojî
Evrîm Kepenek
 
ANTALYA-Tugba û Bîrhan ji aliyê şîrketa dixwaze li Geliyê Alakirê HES’ê çêbikin rastî tehdîdê hatin û ji Biratiya Çemê Alakirê Încî Bîlgîçê diyar kir ku ew ji ber Tugba û Bîrhan  bifikarin.  Înciyê diyar ir ku divê demildest hemû parêzvanên mafê jiyanê bi etîketa #hayratbirşey li ser çapemeniya civakî û her derê cudabûnê biafirîne.
 
Tugba Gunal û Bîrhan Erkutlu 15 sal berê jiyana xwe ya li Stenbolê terk kirin û li bajaroka Alakir a Antalyayê bi cih bûn.  Tugba û Bîrhan di van rojan de bûne hedefa şîrketa HES’ê. Ewilî gule berdan mala her du parêzvanên mafê jiyanê û piştre ereziya jor mala wan girtin û xwestin ava xêrê ava bikin. Ji ber kolandina erziyê ava mala wan hat birîn. Ji Biratiya Çemê Alakirê Încî Bîlgîçê diyar kiru şîrketê xwestiye Tugba û Bîrhan herêmê terk bikin û got her du parêzvan nafikirin ku ji herêmê derkevin.
 
Înciyê da zanîn ku ji aliyê wezareta bajar û derdorê ve di meha gulanê de Çemê Alakirê wek Qada Parastinê hatiye îlanirin û got heta Bîrhan û Tugba li wir bin wê şîrket nekaribin tiştekî bikin, ji ber her tiştê li wir diqewime radigîhinin peywirdaran. Înciyê bi lêv kir ku ji ber vê dixwazin ji wir biçin  û got: “Niha jî ava wan birîn. Ev jî tê wateya kuçavkaniya jiyana wan birîne.”
 
Înciyê daxuyakirin ku divê her kes demildest bikeve nava tevgerê û li ser çapemeniya civakî bi etîketa, #hayratbirsey cudabûnê biafirîne.
 
Înciyê di dawiya axaftin axwe de diyar kir ku ew ji ber Tugba û Bîrhan bi fikarin û got di rojên pêş de wê li Edliya Antalyayê serlêdana sûc bikin.