Li gundê Pîrsolan jin bi cirn xwarinên herî bi tam amade dikin

  • 09:18 12 Cotmeh 2017
  • Ekolojî
Zeynep Turgut
 
WAN - Çanda cirn a ekolojîk ku bi hezar salan hîna zindîbûna xwe diparêze bi keda jinê heta roja îro hatiye. Li gundê Pîrsolan jin ji bo rojên taybet cirn derdixînin û xwarinên cûrbicûr û yên herî bi tam bi alîkariya cirn çêdikin. 
 
Li Kurdîstanê li her deveran  jin bi her awayî hilbirîna ekolojîk dikin. Ji destpêka dîrokê û heta niha her tim jinên kurd bi efrîneriya xwe debara  xwe bi keda destên xwe kirîne. Çanda cirn ku li hin deverên Kurdistanê jê re cûnî jî tê gotin yek ji vê efrîneriya jinan a ekolojîk e û bi keda jinan heta roja me ya îro hatiye.  Li gundê Bêgiriyê Pîrsolanê jin her serê sibehê radibin, di cirn de genim dikutin û xwarinên herî xweş û bi tam bi alîkariya cirn çêdikin. 
 
‘Em xwarinên bi tam bi alîkariya cirn çêdikin’
 
Dayika Hasret Kuşak ya ku bahsa xwarinên bi alîkariya cirn tên çêkirin kir diyar kir ew çanda kurd a kevnar didin jiyîn û got ku ew xwarinên herî bi tam bi alîkariya cirn çêdikin û wiha axivi;”Em her serê sibêhê zû radibîn. Ji berê û heya niha em cirn bi kar tînin. Jiyana me ya gund pir xweş e. Dayikên me her xwarinek xwe bi genim çêdikirin. Genim di cirn de dikutin û ji wî genimê ku em dikutin em xwarinên cûrbicûr çêdikin. Ev karekî zahmet e û bi keda jinan tê  kirin. Ev çanda cirn niha tenê li gundan berdewam dike. Berê dayikên me gelek afrînerbûn û bi keda destê xwe xwarinên gelek bi tam çêdikirin.  Me ji genim girar,keşke,  keledoş û  xwarinên cûrbicûr bi alîkariya cirn çêdikirin. Niha jî em cirn ji bo rojên taybet bi kar tînîn. Gava ku mêvanên me tên em serê sibehê cirn derdixînîn û cîranan me tên alîkariya me. Em jin hemû li derdora Cirn kom dibîn û bi klaman, sohbetan genim dikutînîn."
 
'Çanedeke xwezayî ye'
 
Hasretê bal kişand ser çanda kurd û bi lêv kir ku pêşengiya çanda kurd jin dikin û got ku pêwîste her çandek bê parastin û wiha berdewam kir; "Ez ji jiyana gund pir hez dikim. Ji ber ku li gundan em çanda kurdî zêdetir dikarin biparêzin Cirn berhemek çandî ye. Lê mixabin niha pir kêm tê bikaranîn. Di dema berê de me hemû xwarinên xwe bi alîkariyê cirn amade dikirin. Cirn sembola keda jinan e û çandeke xwezayî ye."