Malên kevnar ên dîrokî: Boranxane

  • 09:10 4 Cotmeh 2017
  • Ekolojî

AMED - Li gundê Tilalo yê navçeya Sura Amedê ku di demên berê de hejmara wan bi sedan bû îro li ber têkçûnê ne û hejmara wan kêm bûye. Li boranxaneyên ku bi hezaran kevok li wan tên xwedîkirin ji zilqên wan sûd dihat girtin û zilqên van kevokan wekî ziblê xwezayî dihat bikaranîn.

Di demên berê de li malên kevnar ên Sûrê çandeke hezkirina teyran ku heta roja me ya îro hatiye hebû. Li ser her maleke ku wekî qesranbûn malên taybet ku ji bo kevokan hatibûn çêkirin (Boranxane) hebû. li van boranxaneyan ji ziqên kevokan dihat komkirin û wekî zibil dihat bikaranîn.  Lê îro ev çanda ku li ber têkçûnê ye tenê li gundê Tîlalo yê navçeya Sûrê ya Amedê tê berdewamkirin.
 
'Piştî ziblê sunî tama zebeşan nema'
 
Jina bi navê Pakîze Aydila(85) ku li  gundê Tilalo dijî got ku  du boranxaneyên wan hene û her çiqasî zehmet bibe jî ji aliyê çend malbatan ve ev çand berdewam dike û wiha berdewam kir: “Nayê zanîn ku ev boranxane kengî hatine çêkirin. Her ku min dîtiye ev boranxane hene, berê 50-60 boranxane û ji  2 hezaran zêdetir teyr hebûn ev teyr bi piranî kevok bûn li vî gundî . Ji van hinek reviyan û hinek jî mirin. Gundiyan berê debara xwe  zebeşên ku li zeviyan diçandin dikirin. Zebeşên rast ên bi tem û sor bi  zibilê van kevokan dihatin hilberandin. Bendavên ku li heremê tên çêkirin bûn sedema koçberiyê û êdî tû kes li gundan nema û zibilê teyran ê berê dihat bikarin niha li şûna wî zibilî ziblê sunî (gubre)  tê bikaranîn. Ji ber vî ziblê sunî tama zebeşên Amedê ku bi nav û deng bû jî nema ye. ”
 
‘Boranxaneyên dîrokî bi tinebûnê re rûbirû ne’
 
Jina bi navê Hanîfe Çelebî (67) jî bilêv kir ku di demên berê de hejmara wan boranxaneyan bi hezaran dihate gotin û bi hezaran teyrên ku di boranxaneyan de dijiyan ji ber ku hatin îhmalkirin, bêxwedî man û wiha pê de çû: “Ji ber bikaranîna zibilê sunî xwedîkirina kevokan û teyran kêm bû û boranxaneyan jî zerar dîtin. Êdî nifşê duyem û sêyem boranxane çiye û çine, nizanin. Bi hatina zibilê sunî hem zibil û hem jî boranxane hatin tunekirin. Niha jî ji ber îhmalkirinê boranxaneyên dîrokî bi tinebûnê re rûbirû ne.”