Geliyê Botanê ji ber bendavên ewlehiyê wê di bin avê de bimîne

  • 09:06 4 Cotmeh 2017
  • Ekolojî

Şîlan Ozhan

 
SÊRT - Geliyê Botanê ku bi xweza û dîroka xwe tê zanîn û 47 gund wê bi 16 bendavên bi hinceta ‘ewlehiyê’ tê çêkirin wê di bin avê de bimîne. Bendav wê di heman demê de hilberînên wekê hinar, fistik û menengîçê jî tine bike.
 
Geliyê Botanê ku li Sêrtê ye, hem di alî dîrokê de û hem jî di aliyê welatiyan de xwedî girîngiyek mezine û bi xweşikbûna xwezaya xwe balê dikişîne. Geliyê Botanê ku ji bo stran û çîrokan jî bûye mijar, niha bi xetereya di bin avê de bimîne de ye.  
 
Bermahiyên dêr, aş, xan, keleh, mizgeft û pira dîrokî, gund û baxçeyên her du aliyên gelî wê bi bendavan re di bin avê de bimîne.
 
Hinara Zîvzîk bi tinebûnê re rû bi rû ye
 
Li Sêrta ku wê beşek mezin di bin avê de bimîne, herî dawî di kolandinên hatin kirin de li navçeya Tîlo bajarekî xwedî dîroka 6 hezar salî hat dîtin. Li aliyê din li gundê Zîvîk şîrketeke Norveçê li ser çemê Botanê Bendava Çetîn da destpêkirin û ev jî beşeke mezin a gundê Zîvzîk di bin avê de bihêle. Hinarên Zîvzîkê jî wê bi vê re tine bibe.
 
Li ser çemê Botanê 16 bendav wê bên çêkirin
 
Ligel bendavên li ser çemê Botanê tên çêkirin, bendava Ilisuyê jî wê texrîbatek mezin vebike. Li ser çemê Botanê bi tevahî wê 16 bendav bên çêkirin.  Bendavên Çetîn, Lîmak, Kîrazli û Perwarî niha li ber qedandinê ne. Du heb di asta projeyê de ne. 10 heb jî di asta çêkirinê de ne.
 
Bi çêkirina bendavan hewl tê dayîn herêm bê mirov bê hiştin.Gelê herêmê yê neçar dimîne koçî metropolan bikin jî wê rastî zor û zehmetiyan bên û ligel vê betalî jî çêbibe. Niha bi çêkirina bendavan re wê li Sêrtê 47 gund di bin avê de bimînin.