Reberê biçûk yê Heskîfê bendavê naxwaze

  • 09:17 28 Îlon 2017
  • Ekolojî

Şîlan Ozhan

 
ÊLIH - Li Heskîfê zarokê bi navê Îsa yê 13 salî havînan rehberiyê dike û lêçûna dibistana xwe qezenc dike.  Îsa ji ber Heskîf di bin avê de dimîne xemgîn e û diyar dike ku sîstem dixwaze gel neçar bihêle.
 
Heskîa  her roj ji ber rant û talanê tê texrîbkirin. Li Heskîfê zarok zivistanê diçin dibistanê û havînan jî ji turîstên herêmê û biyanî re rehberiyê dikin. Zarok bi vî karî re ziman jî hîn dikin.
 
Zarokan bertek nîşanî polîtîkayên deweltê yên li dijî heskîfê dan û gotin ew naxwazin Heskîf di binê avê de bimîne.
 
Îsa yê ku bi gotina ‘bendavê’ mezin bûye
 
Zarokê bi navê Îsa yê 13 salî ku li Heskîfê dijî û rehberiyê dike, ji 8 saliya xwe de li Heskîfê rehberiyê dike.  Îsa diyar kir ku ji roja hatiye dinê heta niha bi gotina ‘bendavê’ mezin bûyer û got: “Tê gotin ku ev 50 sale behsa vê bendavê tê kirin. Niha jî her sal dibêjin emê çêbikin. Lê ne diyare wê kengê çêbikin. Ez gelek ji Heskîfê hez dikim.  Ez naxwazim li wir bendav bê çêkirin.  Ez her roj bi dehan carê dîroka Heskîfê vedibêjim. Ji ber dîrok di bin avê de dimîne em xemgînin.  Ne raste ku dîroka 12 hezar salî di bin bendava 50 salî de bimîne.”
 
‘Me zarokan jî berxwe da’
 
Îsa di dawiya axaftina xwe de bilêv kir ku ew dixwaze hîna bi salan li Heskîfê bijîn û got ku ger ew biçin bajarekî din jî dixwaze vegere Heskîfê û wiha pê de çû: “Ji bo Heskîf di bin avê de nemîne gelek çalakî pêk hatin.  Gelek kampanyayên îmzeyan hat komkirin. Hunermend hatin vir. Kesên Heskîfê berxwedan.  Me zarokan jî li dijî bendavê berxwe da.”