Ji tevliheviya bajar berbi xwezaya gund

  • 12:42 25 Îlon 2017
  • Ekolojî
Şehrîban Aslan
 
ÎZMÎR - Şefkat Yayla ya ji qelebalixa bajar reviya û li gundê Ulamiş a Seferîhîsarê bi cih bû û bi hilberînên xwezayî jiyana gund teşwîq dike.
 
Şefkat Yayla ya bi salan li Îzmîrê jiya, piştî teqawît bû ji bajar derket û li gundê Ulamiş a Seferîhîsarê bi cih bû. Şefkat ya li gund ji xwe re jiyanek nû ava kir, westandina salan bi mijûlbûna axê re ji ser xwe davêje.  Şefkat ya li baxçeyê xwe sebze û fêkiyan digihîne, bi hilberînên xwe rîçal, tarhana û erîşte çêdike.  Şefkat van hilberînan li bazarê difroşe. Şefkat ku saleke hilberînên xwe difroşe, banga jiyana xwezayî li hemû kesî dike.
 
‘Ez bixwe hildiberînim’
 
Şefkat ku bi mereqa xwe ya xwezayê barkir gundê Ulamiş, der barê biryara xwe de wiha got: “Ez hilberînên baxçeyên xwe digihînim. Min got ez evqas fêkî wê çi bikim. Min rîçal çêkir. Roja sêşemê min li bazara Seferîhîsarê stand vekir. Dema ez çûm bazarê min dît ku her kes girîngiyê dide tenduristiya xwe. Piştre min dest bi çêkirina sîrkeyê kir. Dema hilberînên xwe çêdikim, girîngiyê didim paqijiyê. Niha ez tarhanayê çêdikim.  Hemû sebze yên min in. Ez wan diximê. Ez çêkirina hilberînên nû diceribînim. Ez hewl didim bixwe hilberînim.”
 
‘Gund nas dikin’
 
Şefkatê daxuyakirin ku ji dema li bazara gund dixebite heta niha eleqeyek mezin dîtiye û got gelek kesên li bajaran dijîn tên bazara gund hilberînên xwezayî digirin. Şefkatê wiha berdewam kir: “Gund nas dikin. Tiştekî negirin jî çayek gundiyan vedixwin û diçin.  Yên germahiya gundiyan hîs dikin naxwazin ji vir biçin. Ez li vir hilberînên xwezayî pêşniyarê mirovan dikim û welatiyan teşwîqê gund dikin. “
 
Şefkatê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser girîngiya aboriyê ya ji bo jinan û got ew jinan teşwîqê karên wisa dike.