Li Aydinê şewata daristanan

  • 18:42 23 Tebax 2024
  • Ekolojî
 
AYDIN - Li navçeya Kuyucak a Aydinê şewata daristanê derket. Ji hewa û bejayî ve mudaxale hat kirin.
 
Li navçeya Kuyucak a Aydinê, li nêzî taxa Belenova li daristanekê ji ber sedemek nayê zanîn şewat derket. Hat hînbûn ku yên derdorê agahî dane ekîban.  Ekîbên girêdayê şaredariya bajarê mezin a Aydinê û Midûriyeta Daristanê sewqî cihê bûyerê hat kirin.
 
Hat hînbûn ku mudaxale ji hewa û bejahî ve didome.