Li Aydinê şewata daristanan 2024-08-23 18:42:21   AYDIN - Li navçeya Kuyucak a Aydinê şewata daristanê derket. Ji hewa û bejayî ve mudaxale hat kirin.   Li navçeya Kuyucak a Aydinê, li nêzî taxa Belenova li daristanekê ji ber sedemek nayê zanîn şewat derket. Hat hînbûn ku yên derdorê agahî dane ekîban.  Ekîbên girêdayê şaredariya bajarê mezin a Aydinê û Midûriyeta Daristanê sewqî cihê bûyerê hat kirin.   Hat hînbûn ku mudaxale ji hewa û bejahî ve didome.