Ji Heyva Sor a Kurd ji bo kesên ji Lubnanê tên kampanya alîkariyê

  • 15:03 2 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Heyva Sor a Kurd ji bo piştgiriya kesên ji Lubnanê reviyane û hatine herêmê, kampanya alîkariyê da destpêkirin.
 
Heyva Sor a Kurd bi daxuyaniyekê diyar kir ku wan ji bo kesên ji Lubnanê reviyane kampanya alîkariyê dane destpêkirin. Heyva sor destpêkirina kampanyayê ji pêşiya navenda xwe ya li bajarê Qamişloyê ragihand. Endamên Heyva Sor Bawer Cûlî û Şîrîn Xelîl daxuyanî xwendin. 
 
Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Lubnanê 24`ê Îlonê ji bo şopandina kar û barên sûriyeyiyên ku dixwazin vegerin herêmê, komîteyek ava kiribû.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em bang li saziyan û her kesî dikin ku tev li vê hemleyê bibin ji bo ku alîkariyên madî ji kesên ji Lubnanê reviyane re peyda bikin. Her alîkariyek, mirovahî û piştgiriya me bi xwişk û birayên me re di aloziyan de rave dike. Em dikarin bi rêya wan alîkariyan, guhertinekê di jiyana penaberên ji Lubnanê reviyane de çêkin û alîkariya wan bikin da ku hêviya wan vejînin."
 
Li gorî bernameya kampanyayê, dê li kamp û navend bên vekirin da ku alîkariyên ku şêniyên herêmê bi dildarî didin, li wir werin komkirin.