Ji bo rojnamevan Bûrcû Kara ya hate girtin bang

  • 14:38 2 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Hêzên Têkoşîna Yekgirtî bertek nîşanî girtina rojnamevan Lutfiye Bûrcû Kara dan û ev bang kir: “Demildest berdin.” 
 
Hêzên Têkoşîna Yekgirtî (BMG) ji bo nûçegihana rojnameya Mucadele Bîrlîgiyê Lutfiye Bûrcû Kara ya di 25’ê îlonê de li Îzmîrê hate binçavkirin û piştre di 27’ê îlonê de hate girtin li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a li Stenbolê daxuyanî da çapemeniyê. Endamên Komeleya Rojnamevanan a Jinan a Mezopotamyayê (MKG), parazvanên mafên mirovan û rojnamevan tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Nûçegihana rojnameya Mucadele Bîrlîgî Serpîl Unal, îşaret bi zextên li dijî rojnamevanan kir û wiha got: “Tenê ji 6’ê cotmehê û vir ve hejmara rojnamevanên li Filistîn û Lubnanê hatin kuştin gihişt 163’yan. Unal, da zanîn ku roja Kara hate binçavkirin, bi ser avahiya rojnameyê ya li Îzmîrê de jî hatiye girtin û bi lêv kir ku “şopandina teknîkî” , gotinên “şahidê veşartî” nûçeyên hatin şopandin û daxuyaniyên ku Kara tevlibûye ji girtina wê re kirine sedem. 
 
Sewrpîlê got ku “Zext, serdegirtin, qedexe, komkirin, binçavkirin û girtin nikarin wan biçewisînin. Çapemeniya azad û sosyalîst serî netewand û dê netewîne. Zext û girtin nikarin me têk bibin. Kesên hatine girtin divê demildest bên berdan. 
 
'Em dest ji parastinê bernadin'
 
Parêzera Burcuyê Ceyda Gedîk jî wiha got: “Ev zext û neheqiya hatiye kirin em qebûl nakin. Hewl tê dayîn ku têkoşîna şoreşger were astengkirin. Dewlet bi binçavkirin û girtinên her roj dike re dixwaze têkoşîna sosyalîst ji holê rake. Em ji bo zext, tundî û îşkenceya li şoreşgeran dihate kirin li vir in û em ê dest ji parastina muwekîlên xwe bernedin.”