Ekolojîst Derya: Qirkirina xwezayê qirkirinek civakî ye

  • 09:07 20 Tebax 2022
  • Ekolojî
ŞIRNEX – Ekolojîst Derya Akyol, destnîşan kir ku qirkirina xwezayê di heman demê de qirkirinek civakî û çandî ye. Derya, got: “Divê têkoşîna ji bo parastina xwezayê bi awayekî topyekûn bê kirin. Ew têkoşîne kurevî ye û divê cudahiya herêman neyê kirin.”
 
Li Çiyayê Cûdî û Gabarê û li Herêma Bestayê yên Şirnexê du sal in talankirina xwezayê didome. Bi taybet di çend mehên dawîn de ew qirkirin derketiye lûtkeyê û her roj bi dehan kamyonên ku bi tonan dar li wan hatine barkirin ji bajêr tên derxistin. Bertek û nerazîbûnên li dijî vê qirkirinê jî her diçe zêdetir dibin. Têkîldarî mijarê ekolojist Derya Akyol axivî.
 
Derya, daxuyand ku birîna daran berdewamiya pêvajoyek salane ye û wiha axivî: “Berê bi valakirin û şewitandina gundan û niha jî bi şewitandina daristanan û birîna daran heman tişt li herêmê tê berdewamkirin. Ev rêbazeke polîtîkaya şerê taybet li dijî erdnîgariya Kurdistanê ye.  Em van pêkanînan tenê wekî bîrîna daran a ji rêzê nagirin dest. Li vir ekosîstemek heye û hevsengiya vê ekosîstemê tê xirakirin.”
 
‘Armanc bêmirov hiştina herêmê ye’
 
Derya, anî ziman ku bi hinceta herêma ewle li herêmê qirkirinek ekolojik pêk tê û got: “Li Tirkiyê talankirina xwezayê bi armanca bidestxistina rantê tê kirin. Lê belê li herêmê bi armanca bê mirovhiştinê tê kirin. Me mînaka vê ya herî berbiçav li Heskîfê dîtibû ku gelek gund hatin valakirin û di bin avê de hatin hiştin. Li dijî xwezaya Kurdistanê polîtîkayek şerê taybet tê meşandin û bi birîna daran a li Şirnexê re qadê vediguherînin qada rantê.”
 
‘Daristan hilma jiyanê ne’
 
Derya, destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên dewletê yên nîjadperest li hemberî qirkirina xwezaya herêmê bêndegî heye û wiha pêde çû: “Ev polîtîka her ku diçe pêş dikeve û bandorê li ser civakê dike. Ji projeya yek welat, yek ziman û yek nijad civak jî para xwe digire. Divê were zanîn ku darên tên birîn li ser hevsengiya xwezayê bandoreke mezin dikin. Bêdengiya li dijî vê qirkirinê tê wateya nijadperestî û faşîstbûnê.  Talankirin û rûxandinina ku îro li Şirnexê tê kirin wê di sibêrojê de li deverên din were kirin.  Li seranserê cîhanê qeyrana avhewayê tê nîqaşkirin û ji bo ku pêşiya wê were girtin têkoşînek tê dayîn. Di pêvajoyek ku xetereya hişkesaliyê her diçe zêdetir dibe, birîna daran bandora neyînî li ser xwezayê dike. Ji bo hevsengiya xwezayê daristan cihekî taybet digirin. Daristan hilma jiyanê ne.”
 
‘Qirkirina xwezayê qirkirinek civakî û çandî ye’
 
Derya, diyar kir ku polîtîkayên şerê taybet bi xwe re koçberbûyînê jî tîne û axaftina xwe wiha berdewan kir: “Berê li herêmê bi rêbazên cur bi cûr koçberî li gelê herêmê dihat ferzkirin û niha jî bi rêbaza qirkirina xwezayê gel neçar dihêlin ku koç bike. Qirkirina xwezayî hem êrîşek li dijî jiyana mirovan e hem jî qirkirinek civakî û çandî ye. Ew jî bi xwe re gelek pirsgirêkên mayînde tîne.”
 
‘Têkoşînek topyekûn divê’
 
Derya, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku têkoşîna ekolojiye di heman demê de têkoşînek demokratîk e û got: “Li dijî vê talankirinê bêdengiya sazî û dezgehên navxweyî û navneteweyî nayê qebûlkirin. Astengkirina qirkirina xwezayê hem erka Greenpeace hem jî ya TEMA yê ye. Ji ber ku ew sazî bi wan armancan hatine avakirin. Bêdengiya wan jî nîşaneya xemsariya li dijî qirkirina xwezayê ye. Li dijî van helwest û nêzikatiyan divê têkoşîna ji bo parstina xwezayê bi awayekî topyekûn bê dayîn. Ew têkoşînek kûrevî ye lewma divê cudahiya herêman neyê kirin. Têkoşîna ji bo parstina xwezayê di heman deme de têkoşînek demokratîk e. Divê em ji bo ku pêşîya wê talanê bigirin bibin dengê daristanan. Dengê daran tune lê em dikarin bibin denge wan.”