Li Metîna ya ku êriş lê didomin dar tên birîn

  • 16:14 28 Cotmeh 2021
  • Ekolojî
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Birîna daran a ji aliyê cerdevanan a li Herêma Metînayê ya Kurdistana Federe didome. 
 
Dewleta tirk di çarçoveya operasyonên leşkerî de di 23'yê Nîsanê de li dijî qadên Metîna û Avaşînê yên Kurdistana Federe êriş pêk anî û ev êriş didomin. Li gel van êrişana darên vê herêmê jî tên birîn. Li gor nûçeya Rojnewsê ji aliyê cerdevanên ji bajaroka Sêgirkê ya Şirnexê hatine li Metîna û Avaşînê daran dibirin. Piştre daran li qamyonan dikin û dibin Şirnexê. 
 
Her wiha li Çiyayê Nimêjê, Cûdî, Gebar, herêma Bestayê birîna daran didome.