Li Metîna ya ku êriş lê didomin dar tên birîn 2021-10-28 16:14:07     NAVENDA NÛÇEYAN - Birîna daran a ji aliyê cerdevanan a li Herêma Metînayê ya Kurdistana Federe didome.    Dewleta tirk di çarçoveya operasyonên leşkerî de di 23'yê Nîsanê de li dijî qadên Metîna û Avaşînê yên Kurdistana Federe êriş pêk anî û ev êriş didomin. Li gel van êrişana darên vê herêmê jî tên birîn. Li gor nûçeya Rojnewsê ji aliyê cerdevanên ji bajaroka Sêgirkê ya Şirnexê hatine li Metîna û Avaşînê daran dibirin. Piştre daran li qamyonan dikin û dibin Şirnexê.    Her wiha li Çiyayê Nimêjê, Cûdî, Gebar, herêma Bestayê birîna daran didome.