Ji bo mûçeyê asgarî daxwaza komîsyona lêkolînê

  • 19:40 25 Kanûn 2024
  • Rojane
ENQERE - DEM Partiyê der barê mûçeyê asgarî ku hatiye aşkerakirin de ji bo bigihêje asteke ku mirov bikarin pê jiyana xwe bidomînin, daxwaza avakirina komîsyona lêkolînê ya li meclîsê kir.
 
Serokwekîlên koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî,  mûçeyê asgarî yê ji aliyê Komîsyona Tespîta Mûçeyê Asgarî ve hatiye aşkerakirin rexne kir û ji bo di vê mijarê de lêkolîneke baş bê kirin, pêşnûme da serokatiya meclîsê.
 
Di pêşnûmeyê de hat diyarkirin ku ji bo mûçeyê asgarî di asta ku mirov bikaribin pê debarê bikin divê sererastkirin bê kirin û daxwaza avakirina komîsyona lêkolînê ya li meclîsê hat kirin.