Agirê li Pîranê dîsa dest pê kir

  • 15:23 12 Hezîran 2021
  • Ekolojî
 
AMED - Hat ragihandin ku agirê li Çiyayê Gorse ya li navçeya Pîranê ku ji ber xwe ve temirî ve dîsa dest pê kiriye. 
 
Li çoltera gundê Prejman a bi ser navçeya Pîrana Amedê ve di 1’ê hezîranê de operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Piştî operasyonê li Çiyayê Gorse agir bi dar û beran ketibû. Şewat ji ber xwe ve temirîbû. Hat ragihandin ku şewat carek din ji nû ve derketiye û şewat qadên mezin daye ber xwe. 
 
Hat zanîn ku agirê li gundên Bahçekapi û Çevrecîk ên bi ser navçeya Aricaka Xarpêtê ku li Çiyayê Gorse ne jî berdewam dike. 
 
Hat zanîn ku kes mudaxaleyî agir nayê kirin û dar dişewitin.