Li dijî mûçeyê asgarî bertek: Em roj bi roj têk diçin
- 09:02 30 Kanûn 2024
- Ked/Aborî
Rabîa Onver-Memîhan Zeydan
WAN - Jinên Wanê bertek nîşanê mûçeyê asgarî yê ji aliyê desthilatdariyê ve hatiye diyarkirin dan û gotin: “Ev têrî tiştekî nake. Bi vê re her tiş biha dibe. Debar ne pêkan e.”
Krîza aborî ya li Tirkiye û Kurdistanê her diçe giran dibe û butçe li şûna ji gel re bê veqetandin ji şer re tê veqetandin. Hêza kirînê ya gel roj bi roj dikeve û her wiha bertekên li dijî mûçeyê asgarî jî zêde dibin.
Gel her roj bi buhayekî nû şiyar dibe. Desthilatdariyê 17 hezar û 2 lîra mûçeyê asgarî derxist 22 hezar û 104 lîrayî. Gel bertek nîşanê vê da û diyar kir ku hejmara hatiye zêdekirin kêm e.
Jinên Wanê jî der barê mijarê de axivîn û bertek nîşan dan.
‘Rewşa me her diçe xerabtir dibe’
Ceren Solcan: Rewşa aboriyê li holê ye. Zema hatiye kirin têrî tu tiştekî nake. 30 hezar 40 hezar be jî têr nake. Debare nabe. Ez xwendekar im. Burs derneket. Krediyê digirim. 2 hezar têrî çi dike. Ez ji malbata xwe dixwazim. Rewşa welat li holê ye. Buhabûn li ser buhabûnê tê kirin. Em roj bi roj têk diçin.
‘Bi 22 hezarî debare zehmete’
Zubeyde: Wê piştî sersalê kirê zêde bibin û her tişt zêde bibe. Ji bo kesên zewicî bi 22 hezarî debar zehmet e. Ji bo kesên di kirê de ev hîn zehmetir e. Diviyabû hinekî din zêde bibûya. Ji ber ku mûçeya herî kêm zêde dibe, bûhayê hertiştî zêde dibe. Zêdebûn dê di meha Çile de jî berdewam bike, kesên xwedî mal in lê nikarin debara xwe bikin hene, ev mûçeya herî kêm têra her kesê ku zewicî û zarok heye nake. Di roja îro de zehmet e ku debar bi 22 hezarî bê kirin.
‘Kes bi vî pereyî nikare debarê bike’
Muhbet Ayhan: Em di kirê de ne. Fatûre pir zêde ne. Ev mûçe têra tu kesî nake, çi heyf e ji bo mirovan. Ma divê em heqê kirê, gazê an elektrîkê bidin? 22 hezar pere pir hindik e. Ew her roj buhayê hertiştî zêde dikin, çawa dibe ku bes be? Ji bo van buhayan 502 hezar jî bidin me têrê nake. Em tên sûkê û bêyî ku tiştekî bikirin em vedigerin. Em tên asteke ku em nikarin rûn, şekir û ard bikirin. Hevjînê min nexweş e û em nikarin dermanê wî jî bikirin. Jiyana me zehmet e.
Divê Buhabûn bê rawstandin
Gurbet Kuştutan: Têrî tu titşkî nake. Bila bên li bazaran binêrin. Tiştek nayê kirîn. Her tişt buhaye. Divê demildest ev buhabûn bê rawestandin.
‘Dengê me nayê bihistin’
Nubar Balican: Ev mûçe têr nake. Kirê zêde ne. Wê ev gel çi bike. Fature buha bûne. Kredî bilind dibin. Lê mixabin dengê me nayê bihistin. Em bang li rayedaran dikin lê dengê me nayê bihistin.
Fatma Kaval: Muçeyê asgarî hat zêdekirin lê ev têrî tu tiştekî nake. Em tên bazarê, marulek 50 TL ye. Rewşa me qet nebaşe.