Nobeta li Mêrdînê: Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin

  • 16:30 20 Çile 2024
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê bi serdanan didome. Di çalakiya îro de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hat kirin." 
 
Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin hatiye destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin.  Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de dest bi nobeda edealetê kirin. 
 
Nobeta ku li Mêrdînê hat destpêkirin li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a bajêr didome. Îro komek ciwan û welatî serdana nobedê kirin û piştevaniya xwe ya çalakiyê anîn ziman. Denbêj Hacer bi klamên xwe piştgiriya çalakiya îro kir. 
 
Di nobedê de Ji Dayikên Aştiyê Fatma Guneş axivî û got: "Kesên ku bi salan e têdikoşin silav dikim. Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin. Ne tenê têkbirîna tecrîdê em dixwazin azadî pêk bê. Divê zextên li hemberî girtiyên siyasî bên bidawîkirin."