Guhertina hewayê zindewarên di avê de tune dike

  • 10:01 9 Çile 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Avusturalyayê ji ber demsal diguherin û hewa gelek sar bû, kevz dimire loma oksijen kêm dibe û gelek masî dimirin. 
 
Ji ber guhertina demsalê ya Avusturalyayê masî jî dimirin. Li herêma Darling River mirina masiyan bal kişand. Tê diyarkirin ku ji ber ji carekê de serma zêde bûye masî mirine. Pispor dibêjin ku ji ber hewa gelek sar bûye loma kevz dimire û ev jî dibe sedem ku oksijen kêm bibe. Loma masî dimirin. 
 
Di Kanûna par de dîsa bûyerek wiha pêk hatibû û gelek masî miribûn.