Jina ku noqî behrê bû ji bo neqefile bi saetan avjenî kir

  • 10:37 21 Tebax 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Jina bi navê Kay Longstaff ji gemiya ku ji Hirvatistanê diçû İtalyayê noqî behrê bû. Jina ku noqî behrê bû û 10 saetan di nav avê de ma ji bo neqefile stran got û avjenî kir. 
 
Jina bi navê Kay Longstaff û 46 salî ji gemiya ku ji Hirvatistanê diçû İtalyayê noqî behrê bû. Jina ku noqî behrê bû û 10 saetan di nav avê de ma ji bo neqefile stran got û avjenî kir. Malbata Kayê dema ku ferq kirin ew ne di keştiyê de ye agahî da ekîbên xelaskirinê. Kaya ku anîn nexweşxaneyê rewşa wê baş  e.
 
Hat diyarkirin ku kamerayên keştiyê ji bo diyarkirina ketina Kayê tên lêkolînkirin.