Li Endonezyayê bi pileya 6,3’an erd hejiya

  • 12:34 19 Tebax 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Girava Lombok a Endonezyayê bi pileya 6,3’an erd hejiya. Hêj encamên wê diyar nebûne.
 
Li Girava Lombok a Endonezyayê bi pileya 6,3’an erd hejiya. Lê hêj encamên erdhejê zelal nebûne.
 
Li gorî Navenda Lêkolînên Jeolojîk a DYA (USGS)’ê, erdhej 7 kilometre di bin rûyê erdê de pêk hatiye.
 
Beriya niha 5’ê Tebaxê bi pileya 6,9 erd hejiyabû û 430 kes miribûn.