Rahîban li dijî bi hezaran zarok êrîşa zayendî pêk anîne'

  • 14:19 15 Tebax 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat aşkerakirin ku bi sedan Rahîbên ku girêdayî Dêra Katolîka ya Rojamyê ne li dijî bi hezaran zarok êrîşa zayendî pêk anîne.
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku li eyaleta Pensîlvanya ya DYA'yê hat kirin de Juriyê taqîbatê, diyar kir ku ji 300 rahîbî zêdetir yên  girêdayî Dêra Katolîk a Rojamyê  ji sala 1950 de li dijî zêdetirî hezar zarokan êrîşa zayendî pêk anîne. Herwiha jûrî diyar kir ku di be hejmara rastîn a zarokên ku bi êrîşê re rûbirû hatine hiştin ji ya hatiye aşkerakirin zêdtir be.
 
Serdozger Josh Shapîro, jî diyar kir ku piştî lêpirsîna du salan êrîşên zayendî yên li dijî zarokan li Pensîlvanyayê û li Vatîkanê ji aliyê rayedarên xwedî paye yên dêrê ve bi awayekî sîtematîk  ser êrîşê hatiye girtin. 
 
Li gorî nûçeyên ku di medya DYA'yê de hatin weşandin, hat aşerakirin ku ji tacîzê bigire heta tecawizê her cureyê êrîşa zayendî li zarokan hatiye kirin.